Weşanxaneyên bi zimanê Elmanî ên bi navê Unrast Verlag (ji Elmanya), Mandelbaum Verlag (ji Awusturya) û Edition 8 (ji Swîsre) beriya niha bi piştgiriya Navenda PENê Elmanya (PEN-Zentrum Deutschland) li dijî sansûrê kampanyayeke piştgiriya bi Weşanên Mezopotamyayê (Edition Mezopotamya) re dabûn destpêkirin. Kampanya bi navê Gegen Zensur, für Publikationsfreiheit (Li dijî sansûrê ji bo azadiya weşangeriyê) bi rê ve diçe.
Bi dahata ji vê kampanyayê wê pirtûkên Weşanên Mezopotamyayê ku ne qedexe ne, lê polîsan destdaniye ser wan, ji nû ve bên çapkirin. Bi kara ji vê jî wê mesrefên dadgehê yên Weşanên Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê wê bên dayîn. Helbet hejmara pirtûkên ji nû ve bên çapkirin jî wê girêdayî pereyê hatî berhevkirin be. Armanc ev e ku ev pirtûk beriya Fuara Pirtûka a Frankfurtê ya di Çiriya Pêşîn a 2019´an de ji nû ve bên çapkirin û li wir li ser dezgehên van weşanxaneyan cihê xwe bigirin.
Ji ber ku Navenda PENê Elmanya jî destekê dide kampanyayê, wê jî bi serê xwe careke din banga piştgiriya kampanyayê li xelkê kir.
Hesabê kampanyayê yê ji bo alîkariyan jî ev e:
Verein z. Förderung kurdischer Kultur e.V. i.Gr.
IBAN: DE78 4306 0967 1011 1214 00
Verwendungszweck (Sedema bêşê): Edition Mezopotamya