Li bajarê Dêrikê bi organizasyona komîteya amadekar a Dêrik, Girkê Legê û Rimêlan bi hezaran kesên ku ji Dêrik, Girkê Legê, Rimêlan hatibûn li Meydana Azadîyê ya Dêrikê kom bûn. Girseya gel, ber bi navenda Perverdeya Ciwanan a Ş. Bawer ve meşiya. Di meşêde slogan hatin qêrîn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hersê têkoşerên jin hatin vekirin. Piştî girse gihîşt ber navenda ciwanan Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Dîcle Serêkanîye, Hevserokê Meclîsa Rojava Abdusselam Ehmed, Endamê Partiya Komunista Kurdistan Dijwar Ehmet, Bavê endama YPJ’ê Ronak ku di şerê Til Hemîs de jiyana xwe ji dest dabû Mihemed Derwêş axaftin kirin.  

Li Dirbêsiyê jî di çarçoveya kampanyaya “Bi jina azad ber bi netewa demokratîk ve” bi pêşengeya Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger û piştgiriya Yekîtiya Star, meş hate lidarxistin. Meş bi tevlîbûna hezaran kesên ji bajaroka Ebû Rasên û Dirbêsiyê hatine, li ber Navenda Ciwanan destpê kir. Di meşa ku li ber Mizgefta Sultan bidawî bû de wêneyên hersê jinên têkoşer hatin vekirin û slogan hatin qêrîn. Di axaftinên piştî meşê de jî soza şopandina tekoşîna cangoriyan hat dubare kirin. Li bajarê Serêkaniyê jî ji aliye Yekîtiya Star û Tevgra Ciwanên Jin ên Şoreşger ve meşek hate lidarxistin. Meş ji ber avahiya Mala Gel bi beşdariya sedan jinan, bi rêzgirtinê destpê kir û li ber Nexweşxaneya Roja bidawî bû.
Di meşê de dirûşmeyên wekî ku berxwedana jinan silav dikin hatin berzkirin û wêneyên têkoşerên jin û alên kurdî hatin vekirin.Piştî meşê Endama Yekîtiya Star Roj Tekoşer axivî û wiha got: “Di vê roja şer de em vê komkujiyê şermezar dikin û berxwedana jina kurd silav dikin.” Endama Saziya Zimanê Kurdî Nalîn Elî jî axivî û komkujî şermezar kir. Çalakî bi stranan bidawî bû. Li navçeyên Mabata û Şêrawa yên Efrînê jî, ji aliyê Yekîtiya Star ve bi heman armancê civîn hatin lidarxistin. Di civînên ku bi sedan jin tevlî bûn de, soza şopandina hersê têkoşerên jin û bilindikirina têkoşînê hate dayîn.

Li Efrînê ji milan ve meş

Li Efrînê jî “meşa mezin” ku di çarçoveya kampanyaya ji aliyê Yekîtiya Jinên Azad (YJA) ve bi armanca bîranîna 3 têkoşerên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan  û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger ve hat organîzekirin. Ji 3 navçeyan ber bi navenda bajêr ve meş hatin lidarxistin.


Ji sê meilan ve ketin Efrînê
Baskê yekemîn ê meşê ji navçeya Şiyê ji bo ''Şehîd Sakîne Cansiz'', Baskê duyemîn jî ji jinên ciwan pêk hat û ji navçeyên Cindirês, Şera û Şêrawa ''Şehîd Leyla Şaylemez'' û baskê sêyemîn ê meşê jî bi nave ''Şehîd Fîdan Dogan'' bi tevlîbûna sedan jinan ji çerxeriya navçeya Mabata destpê kir.
Jinan bê navber diruşmeyên berxwedana jinên kurd silav dikin qêriyan. Ewlehiya meşan ji aliyê Asayîşa Jin ve hate girtin. Piştî ku jin gihîştin navenda Efrînê bi mîtîngek mezin çalakî bidawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN