Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Navçeya Dêrika Mêrdînê, bi civîna çapemeniyê bernameya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê aşkere kir. Di civînê de endama Meclîsa Jinan a BDP'ê û Hevseroka BDP'a Dêrikê Nuran Ekenek, diya kir ku dê îsal şahiyên xwe bi hişyariya "Ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk û muzakere" pêk bînin. Ekenek, anî ziman ku ji bo pirsgireka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratik çareser bibe divê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ji nûve diyalog û muzekere bên destpêkirin. Ekenek, da zanîn ku ji bo muzakere bên destpêkirin jin dê têkoşîna xwe bilind bikin û ropa xwe ya aştî û azadiyê bimeşînin.
Ekenek der barê bernameya 8'ê Adarê de agahî dan û wiha berdewam kir: "Em dê bi girseyî beşdarî mîtinga 1'ê Adarê ya li Nisêbînê bibin. Em de di 2'ê Adarêde ji jinên girtî yên Mêrdînê re kartan bişinin. Di 5'ê adarê de ji bo bîranîna 34 kesên di komkujiya li Roboskiye de jiyana xwe ji dest dan şitilên daran biçînin. Di 7'ê adarê de em dê panelê pêk bînin. Di 8'ê Adarê de jî li ber Girtîgeha Mêrdîn em dê tev li daxuyaniya giştî bibin."

MÊRDÎN