EHMED EL-KUMEYAN/TIRKÎ EL-KALID / ANHA/EYN ÎSA

Komîteyên Perwerde û Fêrkirinê yên 7 rêveberiyên xweser û sivîl ên girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo pêşxistina mamosteyan û bilindkirina asta wan a zanistî û piratîkî dewreyên perwerdeyê ji mamosteyan re vekirin. Desteyê, 113 navend ji bo amadekirina mamosteyan li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kiriye. Li Reqayê 15 navend, Dêrazorê 10, Tebqa 14, herêma Firatê 15, herêma Cizîrê 53 û Minbic 6 navend. Di van dewreyan de zêdetirî 40 hezar mamosteyên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû beşên wê beşdar bûn. Kadroyekî pispor xwedî tecrubeyên zanistî û piratikî çavdêriya perwerdeya mamosteyan dikin.

Ji 8`ê Hizêranê ve destpê kirine

Di dewreyan de waneyên girêdayî pedegojî, amadekirina waneyan û rêbazên danûstandinan bi şargirtan re li gorî rêyên nû yên xwendinê têne dayîn. Di dawiya dewreyan de, wê mamoste derbasî ezmûnên devkî û nivîskî ku ji aliyê Komîteyên Perwerde û Fêrkirinê yên her rêveberiyekê ve hatiye diyarkirin, bibin. Desteyê pîvanên serkeftina mamsoteyan bi derbaskirina ezmûnên nivîskî û devkî, her wiha danûstandina wî/ê bi hevalên xwe re û asta wî/ê di wanedayînê de diyar kirin.

Dewreyan ku ji 8`ê Hizêranê ve destpê kirine, li gorî her rêveberiyekê ji 24 rojan heya 60 rojan hatiye diyarkirin.

Perwerde li gorî pêwistiyan tê dayin

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Kewser Doko li ser mijarê peyivî û got; Em van dewreyên perwerdeyan li gorî pêwistiyan organîze dikin. Li herêmên nû hatine rizgarkirin pêwîstî zêdetire. Pêwîstiya hindek herêman bi dewreyên demdirêj tune ye. Hindek mamoste hene ev 6 sal in derbasî perwerdeyan dibin, lê mamosteyên hinek herêmên ku nû rizgar bûn tenê du sal in û hinek jî tenê salek e perwerdeyên xwe dibînin. Komîteya Perwerde û Fêrkirinê dema dewreyên perwerdeyê li gorî hewcedariya mamosteyan diyar dike.”