YEKO ARDIL / BERLÎN
Lêkolîner, nivîskar û wergêrê zimanê Kurdî Hûseyîn Kartal ev 40 sal in li sirgûniyê bi awayekî mecburî dimîne, derbarê sirgûniyê, xebatên xwe yên zimanî û wergera wêjeyî de ji Rojnameya me re axivî. Fermo ji devê wî Huseyîn Kartal:
Gava beriya 40 salan ez hatim vê derê min digot ez ê, 6 mehan bimînim û vegerim. Lê carinan dibêjin, nêt û qismet cuda ne. Ez di 2ʼê Îlona 1980ʼyî de hatim, deh roj şûnde li Tirkiyeyê cûnta çêbû. Ji ber wê jî veger ne mûmkin bû. Em li vir man. Ez li Batmanê ji dayîk bûme, bingehî ji Amedê me, dayîka min ji Mûşê ye. dikarim bêjim, ji gelek ciyên Kurdistanê me. Xortaniya min jî li Edenê derbas bû. Wekî din du sê sal ne tê de, tevahiya jiyana min li Berlînê derbas bû.
Hind xewn bi qasî emrekî dirêj in
Di van 40 salan de ez çûm Başûr û Rojava li wan deran geriyam. Lê Bakur mixabin, ez neçûm. Welat niha mîna xewnekê ye ji bo min. Carna tu xewnekê dibînî tê de tiştekî ji bîr nakî. Mirov pir xewnan li pey hev dibîne, di rastiyê de xewn çend saniye ne. Mîna emrekî li mirov tên, lê pir kin in. Di vê demê de gelek tişt ji bîra min çûne, lê ew zaroktiya min a li Amedê û Batmanê ti carî ji bîra min dernakeve. Weke xewneke zindî dimîne. Heta mirov careke din neçe û nebîne, ew zindî dimîne. Pir hevalên min hebûn, gava çûn û vegeriyan, ew li cem wan nema. Ew efsûn derbas bû.
Ji bo hêlekanan me lêdan dixwar
Tiştên bi bandor yên ji zarokatiya min gelek in. Lê yên nexweş mirov dixwaze ji bîr bike. Ya ez dixwazim behsê bikim ev e; yên Batmanê dinasin pê dizanin. Li wir sîte hebûn; kesên di petrolê de kar dikirin li wir rûdiniştin. Rewşa wan baş bû. Em nedikarîbûn bikevine sîteyê. Gava em diçûn dibistanê bi dizî diketin ciyê lîstika zarokan, li wan hêlekan mêlekanan siwar dibûn. Pir caran bekçiyê wê derê dida pey me, em ji wir derdixistin û li me dixistin. Dîsa jî her tim em diçûn wê derê.
Sirgûnî vedigere sûdwergirtinê
Li sirgûniyê an jî li welat mirov her dikare xwe pêş de bibe. Lê problemeke me heye, em zû dikevine rewşa trawmayên gelêrî civakî û neteweyî. Bi sedsalan e Kurd ji hev re çîrokên pêşiyan dibêjin, ew jî êşek mezin dixe hundirê mirov. Miletên ku bindest in û qetlîam dîtine, bi giştî ev rewş bi wan re heye. Bi zehmetî mirov dikare xwe ji wê rewşê xelas bike. Tu dikarî ji bo miletê xwe tiştekî bikî, lê divê tu bi xwe jî li ser xwe bî. Gelek dibêjin, ez ne girîng im, milet girîng e. Wê demê ew bi xwe jî têk diçin. Jiyan te li ser piyan dixwaze. Eger wisa be, rê û derfet vekirî ne. Li aliyê din, li mişextiyê li ser piyan mayîn hîn zehmetir e. Lewra tu mîna masiyekî ji avê derketî yî. Civaka te çiqas jî di nav dijwariyê de be, ji derve baştir e. Lê di wê rewşê de jî divê tu li ber xwe bidî, li ser piyan bisekinî.
Bi ax û waxê tiştek naçe serî
Min jî wisa biryar da, madem li vir dimînim, mîna ku ez ê her tim li vir bim, xwe amade bikim û bimînim. Gelek hevalên me hebûn wisa nekirin. Bi ax û waxa welat tu nikarî bi ser bikevî. Mêjiyê me jî heye û divê em jî ji xwe re riyên jiyanê bibînin. Nexwe mirov têk diçe.
Li zanîngehê Kurdolojî tinebû
Kurdiya diya min pir baş bû. Ez bi lorîkên wê mezin bûbûm. Dengê wê pir xweş bû, dengbêj bû. Gava hatim vê derê jî ziman ji bo min pir girîng bû. Lê digeriyam û çi pirtûkên Kurdî hebûn, min dixwendin. Li zanîngehê ji ber Kurdolojî nîne, min bi zanebûnî Îranîstîk hilbijart. Gelek hevalên beriya me hebûn; mîna Hemreş Reşo, Zerdeşt Haco û Cemal Nebes li ser Kurdî pir kar kiribûn. Min hemû jî şexsî nas dikirin, pir feyz didan min.
Li zanîngehê jî her çiqas min Avesta û Îraniya Navîn xwend lê bi piranî li ser Kurdî kûr dibûm.
Xwe zêde berhemdar nabînim
Berhemên min zêde nînin. Niha li ser lêkerên Kurdî dixebitim, xebateke pir mezin e. Lê hîn bi dawî nebûye. Lêkolînên min gelek in, lê weke berhem bi encam nebûne. Min çend pirtûkên ji Elmanî ji bo Kurdî wergerandin. Dîsa pirtûka Navên Kurdî berfirehtir kir, niha bi qasî 60 hezar navên Kurdî amade ne.
Werger ji bo zimanî girîng e
Werger ji bo zimanên ku di warê întelektûeliyê de zêde nehatibine bikaranîn, xaleke pir girîng e. Di despêka avabûna Komara Tirk de jî giranî dan wergerê. Li Parîsê û li deverên din xwendin û bi wergerên pirtûkan zimanê xwe nû kirin, xurt kirin. Wergerên me kêm in, gelek kêm in. Li gel ku li cîhanê berhemên ewqas baş hene. Wergerî di Kurdî de nû dest pê kiriye. Di van 15-20 salên dawî de kesin hene dikarin ji zimanên biyanî wergerînin. Ev jî di encama koçberiyê de derketiye holê. Yên li Ewrûpa û li deverên din belav bûne dikarin ji wan zimanan wergerînin.
Werger divê ji zimanê orîgînal be. Ji zimanên duyemîn sêyemîn nabe. Ya min li gorî keyfa xwe, weke mînak; xebata doktorayê ya mamoste Cemal Nebes Mîrê Kore (Mîr Mihemmedê Rewandizî) ji bo dîroka Kurd gelek girîng dibînim. Xebateke xweş û şîrîn e. Wekî din ez pirtûkên Hermann Hesse pir bi nirx dibînim. Lê wergera wan jî ne rehet e. Min Sîdarta wergerand. Efsaneyeke Hindî ye. Li ser jiyana Bûda nivîsiye. Min hewlda ku tama Hermann Hesse tê de bimîne. A din jî pirtûka Prof. Îlhan Kizilhan e, li ser perwerdehiya zarokên di dema balixbûnê de ye.
Ji bo wergerê hîmên bingehîn hene
Li aliyê din werger di heman demê de çand e jî. Eger tu felsefeya Bûdîzmê nizanibî, nikarî hin berhemên Hermann Hesse wergerînî. Tu pirtûka Nietzche ya li ser Zerdeştiyê wergerînî divê derbarê ola Zerdeştî de agahiyên te hebin. Wergêrê Yaşar Kemal yê Elman bi tenê pirtûkên Yaşar Kemal werdigerandin. Ew êdî bûbû Yaşar Kemalê bi zimanê Elmanî. Ango ew bûbû Yaşar Kemalekî nû. Wekî din ne pêkan bû Înce Memed wergerîne. Eger tu çanda Çûxûrovayê baş nizanibî, nikarî wê berhemê wergerînî. Wî bi xwe jî digot; ez êdî ji kirasê xwe derketime, bûme Yaşarê Elman.
Rewşa zimanê Kurdî û xwendevanan
Beriya 30-35 salan kêm kes hebûn. Nivîskarê me zêdetir bûn ji xwendevanan. Li Swêdê, li Elmanya, Fransa dest bi nivîsandinê kir. Berhemên baş derketin. Wê demê jî xwendevan pir kêm bûn. Her kesî pirtûkên yên din dixwendin. Niha bi sedan hene. Tirsa Kurdan ji ber kesên bi Kurdî diaxivin e. Lewra dibêjin, hejmara wan kêm dibe. Li aliyê din li Amedê, li Stenbolê gava pêşengeha pirtûkan çêdibe gelek pirtûkên Kurdî hene. Tespîta ku Kurdîaxêv kêm dibin, rast e. Divê em tenê li ser Bakur jî nefikirin. Li Başûr di dibistan û zanîngehan de tenê Kurdî tê xwendin. Li Rojava jî wisa ye. Niha gelek TV´yên Kurdî jî hene, ew jî xizmeta zimanî dikin. İnternet jî derfeteke mezin e. Li gorî dilê me ye ya na, ew jî tiştekî din e. Divê em tim zêdetir bixwazin. Lê ez ne bêhêvî me.
Berhemên Kartal:
Serok û Sokrates, Amore Roma, Navên Kurdî, Kurt Sol Sosyetesi (A. Dîkîlî), Fêrbûn (Werger), Sîdarta (Werger)
Mîrê Kore (Werger) û lêkolînên zimanî.