Piyanîst Margaret Fingerhut par dest bi kampanyayekê kiribû ji bo ku 88 hezar poundan berhev bike. Armanca wê ew bû ku bi van pereyan alîkariya penaberan bê kirin. Wê bernameyeke resîtalan amadekiribû bi navê "Far from the home I love (Dûrî mala ez jê hez dikim)" û li 32 deveran jî derkete ser dikê. Di dema asêkirina dikan ji ber şewba vîrusa koronayê wê konsereke online a live-stream jî da. Di konserên wê de parçeyekî taybet ê bestekarê Kurd ê li Ingilîstanê penaber Moutaz Arian jî heye. Navê besteya Moutaz Arian "Bibîranînên ji welatê min" e. Moutaz Arian berê jî sala 2016´an Sirûda Neteweya Penaperan ji bo olîmpiyadan beste kiribû. Pereyên hatin berhevkirin ji bo çandeke xêrhatina penaberan bike, bê avakirin dan weqfa City of Sanctuary UK, û 120 komên cihî. LONDON