Ji pîşeyên cuda 7 jinên ku hatin cem hev bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê, Koma Erbane ya Mizgîn ava kirin. Komê ji Gurbet Aydin (Mizgîn) a ji damezirînerên Koma Berxwedanê bû îlham girtiye ku endamên komê ser vê yekê dibêjin: ”Hozan Mizgîn ewil jinek, şoreşgerek û hunermendek bû. Nûnera dîroka herî bi êş a jina Kurd bû. Êşên jinan, pêkûtiyên ku rû bi rû bi mane, zilma ku dîtine, girêdana wan a bi nirxên xwe, girêdana zayend û civaka xwe bi awayeke xurt di şexsiyeta xwe de nîşan dida û ev yek di newayên xwe de jî nîşan da. Mîrateya ku ji bo me hiştiye gelek mezin e. Em dixwazin xwedî li vê mîrateyê derkevin.” 

Ji endamên komê Mizgîn Daghan diyar kir ku êdî ew naxwazin dor bê kesekî din û got: “Zarok mirin, ciwan, jin mirin. Gelek bedel hat dayîn. Êdî bila bi dawî bibe.” Daghan anî ziman ku jin wê di 8’ê Adarê de bi hevre li qadan bin û got: “Ger ku hûn dixwazin civakê biguherînin divê ewil jin xwe biguherînin. Ger ku em azadiyê dixwazin divê em îradeya xwe ya azad nîşan bidin. Ji bo vê yekê jî divê em li qadan di 8’ê Adarê de newayên xwe bi jinan re bibêjin û têkoşîna xwe xurt bikin.” 


 AMED