
Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya 366´an, li Qada Galatasarayê li dar xistin. Di çalakiyê de dayîkan pankarta "Kiryar diyar in, yên winda kirin li ku ne" vekirin û wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de dayîkên Şemiyê ji ber daxwaza wan a hevdîtinê red kir li dijî Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn nerazîbûn nîşan dan.
'Wezareta Dadê ji dîtina wendahiyan wezîfedar e '
Dayîka Murat Yildiz ê ku di sala 1995'an de di binçava de hate windakirin Hanîfe Yildiz axivî û diyar kir ku ev 17 salin li benda edaletê ne. Yildiz ji ber Wezareta Dadê daxwaza wan ya hevdîtinê qebûl nake nerazîbûn nîşan da û ji Wezîrê Dadê re got: "Heke te karê xwe kiriba te karîbû kiryarê wendahiyan eşkere bike. Dema ku ez li kurê xwe digeriyam ji min re gotin 'Hun ji me xelas nabin' Niha ez dibêjin hun ji dayîka Murat Yildiz û dayîkên din xelas nabin."
Nameya Kirbayir hate xwendin
Di daxuyaniyê de nameya dayîka Cemîl Kirbayir Berfo Kirbayir a 104 sal hate xwendin. Berfo Kirbayir di nameya xwe de wiha dibêje: "32 salin ti derî neman min serî lê nedan ti qereqol neman ez neçûmê lê hemû bê encam man. Min bi serokwezîr re hevdîtin kir. Ji bo aqubeta Cemîl Kirbayir li Meclîsê komîsyon hate avakirin. Bi îşkenceyê hate kuştin û navên kesên kuştin jî hebû lê tu tişt nehate guherîn. Em dixwazin bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin lê hevdîtinê nake. Gelo karên wî yên ji me girîngtir hene? Ev hesab li vir nayê girtin wê heta mahşerê berdewam bike."
´Li vî welatî Wezareta Bêdadê heye´
Pişt re nameya Dayîka Hasan Ocak ê di sala 1995'an de di binçavan de hate qetilkirin Emîne Ocak hate xwendin. Ocak di nameya xwe de wiha got: "Dema ku ez li kurê xwe digeriyam ez di erdê re hatim rakêşandin. Ez hatim girtin. Li ser vê axê edalet tuneye. 17 salin tu dad pêk nayê. Ji xwe Wezrata Dadê tuneye Wezareta Bêdadê heye"
'Min ji bo hestiyên kurê xwe şer da'
Paşe Nameya Dayîka Abdurrahman Coşkun ê ku di sala 1995'an de di binçavan de hate windakirin Hediye Coşkun hate xwendin. Coşkun di nameya xwe de wiha got: "Wezîr ez 17 salin li kurê xwe digerim. 10 sal di dema hikûmeta we de derbas bûn. Heke we wezîfeya xwe kiriba wê gorekî wî heba. Şûna kesên kurê min windakirin bibin şaredar, wê hatiban girtin."
Di çalakiyê de her weha daxuyaniya hefteyî hate xwendin û di daxuyaniyê de bal kişadin ser paketa dadê ya Wezareta Dadê amade kir û ji ber daxwazên kurdan tê de cîh nagire nerazîbûn hate nîşandan.
DÎHA/STENBOL