Ji bo Adil Mûrad xatirxwestina dawî
Cenazeyê siyasetvanê Kurd Adil Mûrad doh bi merasîmeke girseyî li Girê Selîm Beg ê Silêmanî hat veşartin.
Doh berê nîvro, cenazeyê sekreterê Encûmena Navendî û yek ji damezrênerên YNK’ê Adil Mûrad gihişte balafirgeha navnetewî ya bajarê Silêmanî û li wir bi merasîmek girseyî hate pêşwazîkirin.
Di merasîma pêşwazîkirinê de Cigirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl, Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm axivîn, piştre alî û nûnerên tevlî merasîmê bûn bi danîna destegulan li ser tabûtê, xatir jê xwestin.
69 salî rehmet kir
Piştre cenazeyê Adil Mûrad ber bi goristana li Girdê Selîm Beg birêkirin. Li Girê Selîm Beg ê bajarê Silêmaniyê bi merasîmek girseyî defin kirin. Li gel malbat û xizmên Mûrad, endamên YNK’ê, nûnerên hizbên Kurd û nûnerên welatên derve jî di merasîmê de amade bûn.
Adil Mûrad di 18’ê Gulanê de li nexweşxaneya welatê Elmanya ku dihate dermankirin, di temenê xwe yê 69 salî de rehmet kir. SILÊMANÎ