Ji bo Endama Lijneya Şêwirmendiya Weşanê ya Ozgur Gundemê nivîskar Asli Erdogan ku hatibû girtin, di medyaya civakî de kampanyaya hevgirtinê hat destpêkirin. 


Ti kes ne serbest e

Kesên ku piştgirî didin wê kampanyayê, bi dovîzên “Eger Asli Erdogan girtî be, ti kes ne serbest e” wêneyên xwe digirin û di medyaya civakî de belav dikin.

Wêneyên ji bo piştgiriyê di hesabê Kovara Karakargayê ya medyaya civakî de tê weşandin. Gelek kes ku di nav wan de Teoman, Yıldırım Turker, Ece Temelkuran, Ahmet Mumtaz Taylan, Zulfu Livaneli, M.K. Perker, Murat Menteş, Nebil Ozgenturk, Nermin Yıldırım, Sezgin Tanrikulu, Ayşegül Tozeren, Menderes Samancılar, Aslı Perker, Edip Yuksel, Murat Uyurkulak, Aslı Tohumcu, Yelda Cumalıoglu, Irmak Zileli, Bahar Feyzan, Onur Unlu jî hene bi wêneyên xwe piştgirî dan kampanyaya hevgirtinê.  


 STENBOL