Ked û hewldanên ku ji bo talankeriyê û kedxwariyê tê dayîn, biryarên ku ji bo mêtîngerî û xenîmetê tê girtin, derfetên ku ji bo bidestxistina van îmkanatan tê rijandin û şerên ku ji bo van tên kirin, bêhijmar in birastî jî... Ji wê wêdetir, li gor desthilatdariyên hov, ji bo van yekan biryar dayîn gelekî hêsan e. Hema berjevendiya wan e mesele... Li ser vê, gava desthilatdarî di bin destê mirovekî de be, dibe ku di şevekê de jî şereke dijwar û rûxîner were derxistin. 

Lê di rastiyê de jiyan jiyana mirovan e, welat û ax ji bo insanan e, di xwezayê de hevjiyana ajal û însan zagona bingehîn ya xwezayê ye û komar bi tevahî ji bo însanan hatiye damezirandin. Ew însan bi milyonan e, her însanek bi milyonan hêstên gerdûnî ve têr û tijî ye; bi milyonan hêvî, bi milyonan xewn û xeyalên pêşerojê... Lê mixabin komar, di şert û mercên îroyîn de bi desthilatdariyê tê bi rê ve birin û ger desthilatdarî di bin qontrola komek an jî “mirovek kombûyî” de be, şer hêsan e. Bi provokasyonekî ve, dek û derewekî ve, hema çi hincetiyek pêwîst be pê wê hincetiyê ve dikarin şer derbixînin. 

Birastî wisa jî dibe... Lê mirovên ku ji bo pêşeroja mirovahiyê xwedî raman û xwestekên biriqîne, ked didin civakê û pêşeroja civakê, hema çi jin çi jî mêr, mirovên ku pêşerojê ava dikin, pêşeroja dunya û gerdûnê ve tekildar û eleqedar in, mirovên ku ji bo pêşeroja dunya û xwezayê bi awayekî canfida tevdigerin û xwîdana xwe dirijînin, diafirînin, berhev dikin û hildibêrin, qedera wan, soz û biryarên di bin destên desthilatdarên beredayî de ne. Ger muxalefet nebe, şoreşgerî û berxwedanî paşve bimîne, dunyaya hanê dunyayekî wisa be, ku roj bi roj hê jî ber bi xirabiyê û xetereyê ve biçe.   

Lê ji bo aşitiyê, kedên mezin pêwîst e. Ji bo wê, tenê ked û xwîdanên îroyîn jî kêr nayê... Pêwîst dike ku daneheviya dîrokê, li ber lingên aşitiyê were raxistin, ku aşitî daxilî rojevê be. Civak bi hev re bijîn, tekiliyên dostane û hunerane çêbin, li ser nirxên wêjeyî, hunerî û çandî, li ser nirxên exlaqî û polîtîk jiyanek were avakirin. Divê însanên ku jiyanên xwe her tim di rêya tendurustiya civakê de xerc kirine, însanên ku li ser rêya mirovnasî, nirxnasî û dirokzaniyê temenek derbas kirine û kedên wan bi tu nirxekî ve nayê guherandin, tu gavek jî xwe ji xwestina aşitiyê dûr nexin. Hemû xebat û berhemên xwe di rêya aşitiyê de û tenê ji bo aştiyê bidomînin û gav bi gav firehtir bikin.

Wek mînak Aslı Erdogan bi xwe, nivîskarekê navnetewî, nivîskarekê ku berhemên wê bi bîst zimanî zêdetir tê xwendin e. Jiyana xwe ya berhemdariyê tevahî, li ser hevjiyaneke wekhev û aştiyeke birûmet a ji bo hemû netew û cinsan domand û hê jî didomîne. Vedat Turkalî bi nivîsên gotarên, bi pirtûkên xwe, bi senaryoyên xwe ya sînemayî, bi vegotin û hevpeyvînen xwe ve, nirxên jiyaneke aşitiyane rayî me kir. Heta dilopek xwîn di demarên wî de hebû û tevdigeriya, dev û lêvên wî diziviriya, ji aştiyê wêdetir tiştek nexwest. Hêzên xwe ya hişmendiyê ji van nirxan wêdetir li ser tu tiştekî neşixuland. Yaşar Kemal, her wisa bû, Mehmed Uzun her wisa... Hema zerengiya nivîsekî kêr nayê ku em van însanên aştixwaz bihijmêrin. Jixwe berxwedêrên zindanî û şoreşgerên çiyayî ne mijara vê nivîsê ye. Lê wekî ku me li jorê got; birastî jî şer û mêtîngerî, karê însanên hov û beredayî ye. Lê aştîxwazî birastî jî zor e. Hêjahî dixwaze. Bi hişmendiyê ve tijîbûn dixwaze. Ranyarî û ramangerî nebe aştîxwazî jî nabe, çi ku qerektereke bi vî rengî, tenê bi berdel dayînê ve hatiye mizgînkirin. Berxwêderî û biryardarî jê re divê. Ango berpirsiyartî ya aşitîxwaziyê ne hêsan e. Hezar silav ji mamosteyê raman û exlaqê, wêjeger Vedat Turkalî re. Bi qasî wê bangek jî, ji bo xwedî lê derketina Aslı Erdogan û dîlên li zindanên Tirkan...