
“Tora rêxistinên mafên mirovan, aştî û demokrasiyê” bi wesîleya 6. a salvegera destpêkirina şerê li Sûriyeyê, li Parlamenta Swêdê semînerek li dar xist.
Hatibû plankirin ku Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra jî beşdarî panelê bibe. Lê belê ji ber ku Mîstûra neçar bû bi lez û bez biçe Moskovê, nekarî tevlî civînê bibe.
Seroka Saziya Stara Zarokan Lîsa Bergh, Koordînatora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo Sûriyeyê Katarîna Bergehed, Berpirsyarê Sûriyeyê yê Wezareta Karên Derve ya Swêdê Nîklas Kebbon weke qiseker beşdarî panelê bûn. Gelek parlamenter û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî li panelê amade bûn.
Heyetek ji Nûnertiya Rojava û Bakurê Sûriyeyê jî, rewşa dawî ya li Rojava û ambargoya li ser Rojeva anî rojevê.
Beşdarbûna PYD´ê ya li hevdîtinên aştiyê
Parlamentera Partiya Çep, Amîneh Kakabaveh di destpêka semînerê de axivî û qala karê komîteya xwe kir, ku hema piştî destpêkirina şer li nava parlamena Swêdê hat avakirin û ji bo sekinandina şer û alîkariya ji bo mexdûrên şer, xebitî.
Kakabaveh beşdarnebûna PYD´ê li danûstandinên aştiyê yên li Astana û Cenevreyê rexne kir û îşaret bi girîngiya wê yekê kir ku destûra bingehîn a Sûriyeyê divê ne ji aliyê welatên cuda ve, lê ji aliyê gelên li Sûriyeyê ve bê amadekirin.
Berpirsyarê Sûriyeyê yê Wezareta Karên Derve ya Swêdê Nîklas Kebbon jî bûyerên piştî destpêkirina şerê li Sûriyeyê rû dayî bi bîr xistin û destnîşan kir, piştî ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê guherî, Heleb ket destê rejîmê û ji bo pêkhatina aştiyê li Sûriyeyê, hevdîtinên Astana û Cenevreyê dest pê kirine.
Kebbon işaret bi biryara agirbestê ya ku ji van hevdîtinan derket holê kir û got, bi vê biryarê re şîdeta li Sûriyeyê kêm bûye, lê şerê navbera rejîmê û mûxalefetê car carna dewam kiriye. Kebbon diyar kir ku ji bo şerê li Sûriyeyê bi temamî biqede, lazim e hemû aliyên şer û Kurd, li dora maseya aştiyê rûnên.
3 Milyon zarokên temenê wan di bin 6 salan de tenê şer dîtine
Seroka Saziya Stara Zarokan Lîsa Bergh jî bi bîr xist ku saziya bi navê “Save the childeren” beriya niha bi hefteyekê rapora xwe ya bi navê “Birînên nayên dîtin ên zarokên Sûriyeyê” eşkere kiriye û nîşan daye ku şer bi zarokan re rê li ber nexweşiyên dil, diyabet, depresyon û bikaranîna narkotîkê vekiriye. Bergh destnîşan kir, mafên zarokan tê wateya mafên mirovan, ev maf ên zarokan bi xwe ne û got, “3 mîlyon zarokên temenê wan di bin 6 salan de ji bilî şer tiştekî din nedîtine. Di nava 6 salan de bi qasî 4 hezar caran êrîş li dibistanan hatin kirin. Yek ji sê dibistanan girtî ye.” Bergh hem ji hikumeta Sûriyeyê hem jî ji komên çekdar xwest êrîşî sivîlan, dibistan û nexweşxaneyan nekin û pêşiyê li xebatên saziyên alîkariya însanî negirin.
Sûcên li dijî mirovahiyê zêde bûn
Koordînatora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo Sûriyeyê Katarîna Bergehed jî da xuyakirin ku di Nîsana 2011’an de sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê li Sûriyeyê hatiye kirin, lê belê di nava 5 salên bihurî de rewş bi ti awayî baş nebûye û sûcên li dijî mirovahiyê gav bi gav zêde bûne.
Bergehed anî ziman ku windahî pirsgirêkeke mezin a li Sûriyeyê ye û diyar kir, heta sala 2015’an 65 hezar kes winda bûne ku 58 hezar sivîl in, li girtiyan nêzîkatiyên nebaş û êşkence hatiye kirin û 18 hezar mirov ji ber îşkence û şert û mercên nebaş ên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Bergehed xwest, mijarên îşkence û îdamê di danûstandinên aştiyê de werin nirxandin û weke Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî wan ev daxwaza ji de Mîstûra re ragihandine.
Pêwîst e cihan destekê bide Rojava
Ji Nûnertiya Rojava û Bakurê Sûriyeyê, Azad Heydarî li ser sîstema demokratîk a li Rojava agahî dan beşdaran. Heydarî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ne ya qebûlkirinê ye ku hêzên Kurd ên li dijî DAIŞ‘ê têkoşîneke serketî dimeşînin li derveyî hevdîtinên Astana û Cenevreyê bên hiştin. Heydarî ji Nûnerê Sûriyeyê yê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê Nîklas Kebbon pirsî, bê helwêsta Hikumeta Swêdê ya li ser mijarê çi ye.
Heydarî diyar kir ku ji ber ku Swêd û welatên din alîkariya ji bo Sûriyeyê radestî Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê dikin ev alîkarî nagihêje Rojava û anî ziman ku ji bo ji nû ve avakirina Rojava û Kobanê pêwîstî bi alîkariya cihanê heye. Heydarî got, “Di dema êrîşên DAIŞ‘ê de Kobanê bi erdê re bû yek. Ji ber ku niha dibistan nînin, zarok nikarin bên perwerdekirin. Rejîma Sûriyeyê, dewleta Tirk û mixalefeta Sûriyeyê ambargoyê datînin ser Kobanê. Mîna hemû zarokan divê zarokên me jî biçin dibistanan. Ji bo vê jî pêwîstî bi alîkariya Swêdê û cîhanê heye.”


MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF / STOCKHOLM