Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku wê ji bendera semta Harbûrgê tûra wan destpê bike û di ser navenda bajarê Hambûrgê re heta Bergedorfê bidome.
Daxuyaniyê weha dewam kir: "Li Bakurê Kurdistanê, artêşa TC a dagirker her roj bajarên nû dorpêç dike û komkujiyên nû dike. Her roj agahî li ser mirin, birîndarkirin, destavêtin û girtinên nû tên. Em dibêjin; 'Êdî bes e!' Em piştgiriyeke xurt bidin gelên herêmê yên ji ber şer, zext û koçberkirinê zerar dîtine, bi taybetî piştgiriyê bidin jin û zarokan! Bi çalakiya xwe re di heman demê de em hemû jinên têkoşîna aştî û azadiyê ya jinê dimeşînin, li Bakur û Rojava di avakirin û parastina xweseriya demokratîk de cih digirin, silav dikin. Ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet, em bang dikin ku her kes di navbera 8 û 25'ê Cotmehê de dengê xwe bidin HDP'ê."
Meclîsa Jinê ya Rojbîn bang li hemû jinan kir, ku beşdarî çalakiyê bibin û plansaziya xwe parve kir: "Saet 09:30-11:00 cihê kombûn û mîtîngê: Rathaus Harburg rawestgeha (S3/S31) / Harburger Binnenhafen am Kanalplatz
Saet 12.00-12.30 pêşwazîkirina çalakgerên keştiyê û mîtîng: Am Sandtorhöft / Elbphilarmonie (U3 Baumwall)
Saet 15.30-16.30 pêşwazîkirina çalakgerên keştiyê û mîtîng: Bergedorf – Alte Holstenstrasse / Ecke Seerahnstrasse
Saet 16.30 vegera li bendera Hambûrgê.
Jinên dixwazin li keştiyê siwar bibin dikarin bi rêya vê navnîşanê, rojbin.hamburg@yahoo.de serlêdanê bikin."
ANF/HAMBÛRG