Bi armanca bicihanîna pêdiviyên madî yên ji bo Navenda Tenduristiyê ya Kobanê ku dawiya sala 2015’an wê biqede û bê vekirin ji aliyê “Komeleya Çandê ya Mezopotamya û Komîteya Stûttgart a ji nû ve Avakirina Kobanê” 10’ê Mijdarê li Salona Stûttgart Theaterhaus bi tevlîbûna hezar kesî konserek pêk hat.

Di bernameyê de Navenda Tenduristiyê hat nasandin, hunermend Max Herre, Joy Denalane û DJ Frictian ên ji Berlînê hatin derketin dikê. Nûnerê SOS/Die Linke, Hannes Rockenbauch ê wek axaftvan tevlî bû got: “Ji nû ve avakirrina Kobanê, parastin û jiyandina wê berpirsyartiya me hemûyan a însanî ye.”

Nûnerê PYD’ê yê Ewropa Zûhat Kobanê jî têkildarî têkoşîna li hember çeteyên DAIŞ’ê agahî da û banga piştevaniya bi Kobanê re kir. Koma erbaneyê Koma Jinên Azad Mezopotamya vekirina konserê kir. Hunermendên Elman Max Herre, Joy Denalane, DJ Frictian, her wiha Hasan Saglam, Zeynep Enhas, Onûr Olgûn, Lûkas Weisert, Tiro Blusette jî tevlî konserê bûn.

Di standa li ketina salona şanoyê hat vekirin de ji bo ji nû ve avakirina Kobanê alîkarî hat komkirin. Di heman demê de ji bo alîkarî bigihêjin Kobanê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. 


 STUTTGART