ÎSMAÎL ÎBRAHÎM / ROJ NEWS / BEXDA
Îdareya nû ya Şengalê, karbeşiya xwe pêk anî û bi armanca ji nû ve avakirina navçeyê û gundewarên wê, 14 lijne ava kirin.
Îdareya nû ya Şengalê li avahiya qaymeqamtiyê 3’yemîn civîna xwe li dar xist û li gel nirxandina xebatan, karbeşî pêk anî û lijne ava kirin.
Beriya nîqaşkirina xebatan û avakirina lijneyan, şandeya ku çûbû Bexdayê û bi saziyên elaqedar re têkildarî pirsgirêkan hevdîtinkiri bûn, agahî dan endaman.
Piştî agahdarkirina têkildarî serdana Bexdayê, xebat hatin nirxandin û plansazî hat kirin. Di encama nirxandinan de, ji bo çareserkirina pirsgirêkan, li gorî pêdiviyan 14 lijne hatin avakirin