Mamostayên Elman ên piştgirî dan greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger a li Strastbourgê, bang li saziyên demokratîk û hikûmeta Elman kir ku bikevin nava hewldanan.

Heyetek ji mamostayên endamên Sendîkaya Perwerdehî û Zanîstê ya Elman (GEW) çû serdana greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger a li Strastbourgê, piştgiriya xwe da zanîn.

Mamostayên sendîkaya GEW a ji bajarên Elmanyayê Frankfurt, Munchen û Oldenburgê, bi Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç re rûniûtin. Di heyeta sendîkaya Elman de Margot, Simoneit, Birgit Zwiekirsch, Christian Katz û Heinrich Becker cih girtin. Mamosteyan nameya mamosteyekî Elman ê ku di projeya çêkirina dibistanekê li Kobanê de cih digire jî da Koç.

Birgit Zwiekirsch li ser navê komê got, hem ji bo piştevanî û hem jî ji bo sendîkayên di bin sêwana wan de agahdar bikin, wan ev serdan kiriye.

Koç jî destnîşan kir ku têkoşîn ji bo wekhevî û demokrasiyê ye, piştevaniya parêzvanên mafê mirovan û Elmanya ji bo wan girîng e. Koç bang li hikûmeta Elman kir da ku li şûna destekê bide polîtîkayên şer ên Tirk, ji bo aştî û demokrasiyê bibe xwedî helwêst.