Hêzên Parastina Jinên Bêt Nehrîn (HSNB) ya girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ya Rojava, yek ji wan hêzan e ku di pêngava şoreşa Rojava de hatiye damezirandin, û armancên xwe yên sereke wekî pêkanîna azadiyê û demokrasiyê ji tevahiya gelên herêmê re û parasatina mafên jinan diyar kiriye.
Fermandara HSNB, Nîşa Korya dibêje,"Jina Suryanî ramana azadiya jinê û girîngiya pêkanîna erkên xwe ji bo parastina destkeftên jinê li Rojava ji xwe re kir bingeh û dest bi avakirina HSBN kir û bi awayekî fermî di 30`yê Tebaxa 2015`an de yekemîn dewreya şervanên jin bi dawî kir."
Ji bo dewra jinan di nava civakê de
Nîşa Korya da zanîn ku ji bo perwerdekirina jinên Suryanî yên nû tevlî HSNB´ê dibin, 3`ê akademiyên perwerdehiyê li bajarên Dêrikê,Tirbespiyê û Hesekê hene. Akademiya Asro ya bajarê Tirbespiyê Navenda sereke ye, di dewreyên li wir de jinên Suryanî perwerdehiya bîrdozî, bikaranîna çekan û her wiha li ser nasîna perensîp û armancên vê hêzê perwerde dibin.
Fermandar Nîşa da zanîn ku armanca tevlêbûna Akademiyan ew e ku "Jinên Suryanî rola xwe di civakê de ya ji bo parastina kesayeta xwe û civaka xwe bilîze".
Civakê êdî qebûl kir
Derbarê pirsgirêkên jinan di civaka Suryanî de, ji ber ku tevlîbûna nava hêzên leşkerî û hilgirtina çekan tecrûbeya yekemîn e di vê civakê de Nîşa dibêje,"Di destpêkê de pirsgirêk di nava civakê û malbatan de derketin pêş, ji ber ku ev yekem car e ku jina Suryanî çekan hildigre. Lê piştî demekê guhertin di nava civakê de çêbû û her kesî girîngiya rola jinê di tevahiya aliyên jiyanê de nas kir û pê serbilind bû."
SÎPAN SILO / ANHA/TIRBESPIYÊ