TUHAD-FED bi şîara “Em bi sedhezaran ji bo azadiya Rêber Apo dimeşin” ji Amedê ber bi Gemlîkê ve dimeşe. Meş 1’ê tebaxê li ber avahiya Rêxistina DBP’ê ya Amedê dest pê bike. Çalakger di nava 2 mehan de wê bi giştî hezar û 370 kîlometroyan bimeşin. Hemû amedekariyên û pêwîstiyên gel ji aliye TUHAD-FED’ê ve wê bên tedarîkkirin. Ji bo parastin, alîkariyên tenduristî û pêwîstiyên din komisyon hatine avakirin. 300 ciwan ewlehiya meşvanan wê misoger bikin. Parêzerên MHD û OHD'ê di aliyê hiqûqî de wê werin peywirdarkirin.
'Heya Rêber azad nebe gel jî azad nabe'
Hevseroka TUHAD-FED’ê Bihar Oktay derbarê mijarê de got, hêzên ku li hemberî serkefitna 7’ê Hezîranê û destketiyên Kurdan, hewl didin li Tirkiyê şerê navxweyî derxin û wiha axivî: "Em dixwazin bi azadiya Ocalan, pêşiya pêvajoya çareseriyê ya hatiye xetimandin vekin. Heya Rêberê gelekî azad nebe, ew gel jî azad nabe.”
Azadiya Ocalan û aştiya mayînde
Hevserokê TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz jî got, Ocalan bi du gotinan wê hêviya aştiyê bide gelê Tirkiyê û wiha axivî: "Azadiya Ocalan dê li Tirkiyê bibe sedema aştiyeke mayînde." Temîzyuz got, nêzîkbûna aştiyê bê azadiya Ocalan ne pêkan e û wiha axivî: "Serokekî ku gelan bi gotineke xwe bide rawestandin, yan jî bixe nava tevgerê, divê azad bibe."
'Divê sedhezar bibin milyon'
Temîzyuz got, "Ji bo aştiyeke mayînde, pêwîst e Ocalan azad bibe. Ji Amedê heya Gemlikê di gelek bajar û navçeyan re em ê derbas bibin” Temizyuz xelkê van bajar û navçeyên vexwend meşê. Temîzyuz da zanîn ku wan ji bo azadiya Ocalan 10 milyon îmze kom kirin û niha jî dixwazin meşa ji bo azadiya Ocalan ji sed hezaran dest pê bikin û bigihînin milyonan.
AMED