Çalakî pêr ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd Sara ya Swêdê ve hat meşandin. Ji bo balê bikişînin ser qetilkirina jin, zarok, ciwan, kal û pîran, jinan pêlav danîn ber kon û navên sivîlên ji aliyê dewleta Tirk ve qetilkirî, li ser wan nivîsandin.

Kurdistaniyên ji her çar parçeyan, heta derengiya şevê tevlî çalakiyê dibin û li ser armanca çalakiya xwe bi rengekî nivîskî û devkî agahiyê didin raya giştî ya Swêdê. Çalakger her weha ji bo azadiya Ocalan îmzeyan didin hev.
Gaffûr Mûhammedî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, ku roja 13'ê Sibatê di meşa dirêj a li Stockholmê de ji ber êrîşeke çekdarî bi giranî birîndar bû, tevî ku bi zorê dimeşe tevlî çalakiyê bû.

'Divê Rêber Ocalan azad be'
Mûhammedî got, ji bo komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve li Bakurê Kurdistanê tên kirin û alîkariyê bide hewldanên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew tevlî çalakiyê bûye.
Mûhammedî got, "Dewleta Tirk ev 10 meh in navçeyên Bakur bi erdê re dike yek. Gelê me qetil dike û dişewitîne. Divê ev şer were sekinandin û Rêberê me Ocalan azad be. Oalan ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo azadiya gelên Tirk, Ereb, Îranî û tevahiya gelên Rojhilata Navîn têdikoşe. Rêber û fîlozofekî ji bo azadî, wekhevî û aştiyê têdikoşe, gelo çawa dibe ku 17 sal in li girtîgehê tê ragirtin? Em nikarin vê qebûl bikin. Şer encax bi azadiya Ocalan bi dawî bibe. Ev yek wê bandoreke erênî li tevahiya Rojhilata Navîn bike."

Bazara li ser penaberan li dijî Kurdan e
Îmran Karaer ku li meydanê belavokan belav dike, da zanîn ku Yekîtiya Ewrûpa û Swêdê, ji bo sekinandina pêla penaberan 3 mîlyar Euro didin Tirkiyeyê û ev pere wê li dijî gelê Kurd bê bikaranîn.
Karaer got, "Ev pereyê ji Tirkiyeyê re bê dayîn, wê bibe sedema zêdebûna komkujiyên li hemberî Kurdan. Em vê rastiyê ji gelê Swêdê re dibêjin. Haya mirovên li vê derê jê heye ku Erdogan destekê dide çeteyên DAIŞ'ê. Gel baldar e. Pirsan dipirse û tevlî kampanya îmzeyan dibe. Dibêjin, 'em naxwazin Swêd pereyan bide Tirkiyeyê'." Karaer diyar kir ku ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derhal bê berdan.

'Tecrîdê herêm ber bi kaosê ve bir'

Kurdistaniyên li bajarê Uppsalayê jî, kom bi kom rojane rêya ji 80 kîlometreyî tên û tevlî vê çalakiyê dibin. Ji van Kurdistaniyan Adnan Dogan got, "Em dixwazin tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna tavilê bi dawî bibe. Eşkere tê dîtin ku ev tecrîd bandoreke çawa li gelên Kurd û Tirk dike. Tecrîdê herêm ber bi kaosê ve dehf da. Em dixwazint tecrîd were rakirin û muzakere bê destpêkirin."

STOCKHOLM