Li gelek bajarên Elmanyayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî wê li dar bikevin. NAV-DEM’ê derbarê çalakiyên de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çêbin daxuyaniyeke nivîskî da.

NAV-DEM´ê got, “Em êdî qebûl nakin ku şexsekî ku bi milyonan mirov wî ji xwe re rêber dibînin di şertên zindan û tecrîdê de were girtin”.

Ji bo aştî û demokrasiyê

NAV-DEM’ê îşaret bi girîngiya Ocalan ji bo bi milyonan mirovî û aştî û demokrasiyê kir û got, “Nayê qebûlkirin ku vîneke wiha dîl were gritin, bi şertên giran ê tecrîdê bijî û derbarê tenduristiya wî de agahî jê neyên wergirtin. Hevdîtineke pê re dikare gelek tiştan biguherîne. Ji ber ku bi milyonan mirov li bendê ne bê ka Birêz Ocalan çi difikire û wê çi peyaman bide.”

NAV-DEM´ê pergala Îmraliyê wekî ji tecrîdê û wêdetir bi nav kir û wiha dewam kir: “Bi tecrîda giran dixwazin gelê Kurd ji rêbertiya wî qut  bikin. Lê bi van kirinên wiha ti caran nikarin rêberê gel ji me qut bikin.

Em weke NAV-DEM dibêjin; heta ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd hebe, wê tecrîd li ser gelê Kurd,Tirkiyeyê û tevahiya Rojhialta Navîn hebe. Di serî de gelê Kurd, hemû gelên li Tirkiyeyê û xwedî wijdan, baş dizanin ji bo aştî, aramî, demokrasî were vî welatî, divê tecrîd rabe.

Heta ku tecrîda li Imraliyê rabe divê têkoşîneke bênavber hebe.”

 

Teqwîma çalakiyên NAV-DEM´ê

NAV-DEM´ê wekî din agahiyên hin çalakiyên li hin bajarên Elmanyayê pêk werin jî weşand:

Dortmund: 7-8-11 Tebax, saet 13:00 ta 20:00´an li Katarinaplatz

Koln: 7-8-11 Tebax, saet 12:00 ta 20:00´an, li ber Dêra Domê

Magdeburg: 7-8-11 Tebax, saet 14:00 ta 18:00´an

Darmstadt: 7-8-9-10 Tebax, dezgeh li navenda bajêr tê danîn

Munchen: 8 Tebax, li Marienplatz, 9 Tebax, li Neuhauser Starasse 8, 10 Tebax li Max Joseph Platz, 11 Tebax li Karlsplatz Stachus

Frankfurt: 8-11 Tebax, saet 17:00 ta 21:00, Cafe Hauptwache; 11. Tebax, saet 17:00, li ber Frankfurt HBF’yê meş dest pê dike ku wê mîtîngekê bi dawî bibe

Mannheim: 8 Tebax, saet 16:00 ta 18:00, Paradaplatz; 9 Tebax, saet 16:00-18:00, Wasserturm; 10 Tebax, saet 16:00 ta 18.00, li pêşiya HBF’yê.

 

NAVENDANÛÇEYAN