
Siyasetmedarê Kurd Naîm Baran diyar kir ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê serhildana gelan a li dijî dîkdator û mêtîngeran pêngaveke dîrokî ye û geşedanên mezinin.
Baran da zanîn ku gelê Kurd gelê herî bi rêxistinkirî yê Rohilata Navîn e û wiha pê de çû: “Vê rewşê jî derfeteke mezin daye gelê Kurd. Taktîka ku Rêber Apo li Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê pêk aniye, rê li ber qezencên mezin ên ji bo Kurdan vekiriye û divê hemû gelê Kurd bi awayekî aktîf piştgiriyê bide vê berxwedanê.”
Baran di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê li hemberî gelê Kurd ji her alî de şer daye destpêkirin, li hemberî hêzên gerîla ku xwe bi awayekî bi hêz bi rêxistin kiriye li pişt hev darbe xwariye.
Baran bal kişand li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û destnîşan kir ku ev tecrîda dijmirovî li dij hiqûqa navneteweyî ye. Baran wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo dawî li vê bêhiqûqiyê bê peywireke mezin dikeve ser milê Kurdistaniyan. Ji bo Azadiya Rêber Ocalan berê jî çalakiyên cur bi cur hatin pêk anîn û dê bidomin.”
Naîm Baran da zanîn ku ew ê bi wesîleya roja 1 ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê kampanyaya ji bo Ocalan Azadî dê bidin destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Gelek nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîr dê di vê kampanyayê de cih bigirin. Ligel kampanyaya îmzeyan 8 welatên Ewropayê ku di nav de Swêd jî hebû li 70 bajarî dê tura otubusan pêk were. Li 15 welatan li gelek cihan dê çalakiyên cur bi cur pêk bên.”
Baran bang li hemû Kurdan kir ku bila bi awayekî aktîf tevlî kampanyayê bibin.
ANF/GOTEBORG