Di meşê de Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, Endamê Meclisa BDP'ê Alî Urkut, Hevserokên BDP'ê yên Mêrdînê Addule Aksoy û Reşat Kaymaz, endam û rêveberên BDP'ê yên Kerboranê û gelek welatî amade bûn. Komê di meşê de pankartarên "Şer şerek aştiyek wî heye", "Azariya Ocalan li Rojhilata Navîn temînata azadiyagelan e" vekirin. Dîsa posterên Ocalan û alên KCK'ê rakirin. Girsê di meşê de bê navber siloganên "PKK gel e, gel li vir e" "Silav silav ji Ocalan re hezar silav", "PKK gel e, gel li vir e" "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Girsê piştî meşê ji bo kesên di têkoş3ina aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.


Divê siyasetmedar serbest bên berdan
Di çalakiyê de Serokê BDP'a Kerboranê Selim Kiliç, diyar kir ku Kurd di têkoşîna xwe ya mafdar de rewatiya xwe îstap kirin û wiha got: "Ji bo çareseriyê divê Birêz bigêje azadiya xwe. Divê makeqanûna demokratîk bê avakirin. Divê pergala perê bi dawî bibe û pergala demokatîk û azadîparêz bê avakirin. Divê pergala cerdevaniyê rabe û mayinên li ser axa me hatine çandin bên paqijkirin. Divê siyasetmedarên Kurd serbest bên berdan. Ger ku ev naxwazên me pêk neyên çareserî pêk nayê. Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora jî xwest hemû bîr û bawerî bi nirxên xwe bijîn û nirxên wan di bin makewanûna demoratîk de bê parastin û pêşxistin.
Komê piştî daxuyaniyê bi siloganan belav bûn. 

DÎHA/MÊRDÎN