Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, didomin. Rewşa tenduristiyê ya endamê HDP’ê Nasir Yagiz bi xwe êdî krîtîk e. Li aliyê din 170 rewşenbîr, siyasetvan û rojnamevanî destek da daxwazên Yagiz û çalakgerên din.

Greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê 21’ê Mijdara 2018’an dest pê kir, di roja 61’ê de ye. Koma 31’ê doh çalakî dewr girt.

Endama HDP’ê Mizgîn Arî diyar kir ku divê tecrîd tavilê rabe û got, “Leyla Guven 74 roj (îro 75 roj in), Nasir  Yagiz jî 61 roj (îro 62 roj) in di greva birçîbûnê de ne. Rewşa wan a tenduristiyê her nebaş dibe. Divê gelê Kurd û dost dengê xwe li dijî tecrîdê bilindtir bikin.”

Nasir Yagiz ku rewşa wî ya tenduristiyê krîtîk e û pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê lê dane der, diyar kir ku heta tecrîd bi dawî bibe, ew ê çalakiya xwe bidomîne.

170 kesayetan Yagiz tenê nehişt

Li aliyê din 170 rewşnebîr, nivîskar, siyasetvan, çalakvan, rojnamevan û kesayetên çar parçeyên Kurdistanê û ji derveyî welat, li ser tora civakî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo çalakiya Endamê Meclîsa Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Nasir Yagiz ragihand. Wan bang li tevahî welatparêzên Kurdistanê û bi taybeta bajarê Hewlêrê kir da ku destekê bidin Nasir Yagiz. Wan got, “Em piştgiriya xwe ji bo çalakiya Nasir Yagiz radigihînin. Armanca me çêkirina zextan li ser dewleta Tirk û rakirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan e.”

Ji bo piştgiriya çalakiya Nasir Yagiz wekî din bi wêneyekî li ser malpera ‘DontLeaveNasirToDie’ li ser torên civakî jî kampanyayek jî da dest pê kirin.

Bang li NY´yê kirin

Li Hewlêrê li dijî tecrîdê û desteka bi çalakiyên greva birçîbûnê re, çalakiyeke nerazîbunê hat lidarxistin. Di çalakiyê de bang li Neteweyên Yekbuyî (NY) û rêxistinên mafê mirovan hat kirin, da ku ji bo rakirina tecrîdê hewldanên cidî bikin. Çalakiya doh bi pêşengiya xwendevanên zanîngeyê yên wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li ber derê nûnertiya NY´yê ya li Hewlêrê, çalakiyek hat lidarxistin. Ciwanan ev peyam da: “Em bang li NY´yê dikin da ku ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêber Ocalan, hewldanên cidî bike. Pêwîst e ku em ji rewşa Rêberê xwe Ocalan agahiyê bigirin û agahî werin belav kirin.”

Li Silêmanî di roja 38´an de ye

Greva birçîbûnê ya li Silêmaniyeyê jî ku bi pêşengiya Komeleya Karkerên Mezopotamyayê dest pê kir, di roja 38’an de ye.

Komek ji jinên ji Binarê Qendîê, çû serdana çalakgerên greva birçîbûnê. Binar Umer bi navê jinan axivî û got, “Tecrîdkirina Rêber Apo divê tavilê bi dawî bibe. Tecrîdkirina Rêber Apo tecrîdkirina jinan e.”

Ehmed Ezedîn jî bi navê çalakeran got, “Em malavahiya heyeta ji Qendîlê dikin ku ji bo piştgiriyê hatiye. Heta ku tecrîd bi dawî bibe, çalakiya me wê bidome.”

 

HEWLÊR