Ji aliyê koordînasyona SMJÊ bi daxuyaniyek nîvîskî hat diyarkirin ku rexmî ku 2 sal li ser fermanê derbas bûye, hîna jî hêzên navnetewî li beramberî qirkirina civaka Êzîdî bêdeng e û çeteyên DAÎŞê bi hevkarên xwe yên Tirkiyê û PDK ber çavên raya giştî hovîtiyên xwe berdewam dikin. 

Di daxuyaniyê de banga meşa ku li Bielefeldê bê lidarxistin jî hate kirin: “Bi rihê berxwedan Şengalê em ê di 30´ê Tîrmehê de li ber Zanîngeha Bielefeldê seet yekê nîvro meşekî navendî bi diruşma ‘Bi rêxistinbûyîn, xweserî û parastina rewa ber bi Azadiya Şengalê ve’ li dar bixin. 

Ji bo parastina nirxên xwe yên olî û netewî bi rihê Bêrîvanan û Sarayan têkoşîna xwe heyanî azadiyek hemdem werin em dengê xwe bilind bikin.’

Navnîşana Meşê: Universität Bielefeld, Universitätstraße 25, 33615- Bielefeld, Dem: 30.07.2016/ 13:00  


 BIELEFELD