Meclîsa Jinê ya HDP’ê, encamnameya yekemîn civîna der barê serdema nû de eşkere kir. Jinan di encamnameyê de, diyar kir ku ew ê bi şîara “Em di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de bibiryar in” li qadan bin.

Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî, di 1’ê Adarê de li hev civiya. Jinên nû yên ji bo Meclîsa Partiyê (PM) hatin hilbijartin jî beşdarî civînê bûn. Meclîsa Jinê, encamnameya xwe ya nîqaşên der barê polîtîkayên partiyê yên serdema nû de, ji raya giştî re eşkere kir.

Jinan di encamnameyê de, li dijî bloka AKP û MHP’ê ya bêbandorkirin, bêhêzkirin, bêkadrokirin û bêsiyasetkirina HDP’ê, careke din ev peyam da: “Em di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de bibiryar in”.

Em 8ʼê Adarê serhildanê mezin bikin

Di encamnameyê de hat diyar kirin ku di civînê ji bo serdema nû gelek biryar hatin girtin.

Di civînê de ev biryar hatin girtin:

  • Em ê têkoşîna xwe ya li dijî şer mezintir bikin.
  • Em ê li dijî pêkanîna bêbandorhiştina têkoşîna jinê ya li dijî pergala baviksalar, pêkanînên şerê taybet ên li dijî jinan û êrişên zayendî, berxwedana xwe mezin bikin.
  • Em ê li dijî polîtîkayên kesên bazirganiya şer dikin, kesan ji cihên wan koçper dikin û kesên ku koçberan ji bo xwe dikin amûra zextan ku mexdûrên van polîtîkayan herî zêde jin û zarokin, bi xeta xwe ya aştîxwaz têbikoşin.
  • Bloka AKP - MHP’ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ji bilî şer û tundiyê tu rê nehiştiye. Em ê li dijî van polîtîkayan ji bo ku fikir û pêşniyarên birêz Ocalan bi raya giştî re bên parvekirin û pirsgirêka kurd bi awayê aştiyane bê çareserin têkoşîna gelan a li dijî tecrîdê mezin bikin.
  • Barê giran ê xizanî, kerasetên xwezayî û herî dawî jî şewbên ku tên belavkirin jin hildigirin. Li dijî van hemû pêkanînan em piştevaniya jinan kurt bikin.
  • Em ê destûrê nedin ku mafê me yê me bi dest xistiye ji destê me bê girtin û em ê di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de serhildana xwe mezin bikin.
  • Li dijî Dehaqên serdema me ku biharê wekî mertal bi kar tînin, em ê biharê 21’ê Adarê roja Newrozê li qadan û bi coş pêşwazî bikin.
 

 MA/ENQERE