Li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê bi meşeke meşaleyî êrîşên dewleta Tirk hate şermezarkrin. Meşa ku pêr ji aliyê Rêxistina Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ve hate organîzekirin ji rêya Salim destpê kir û heta Baxî Giştî dewam kir. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Bakur”, “Bijî berxwedana Cizîrê, Silopî û Sûrê” hatin gotin.

 Di çalakiyê de li ser navê Rêxistina Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, Gîvara Silêmanî daxuyanî xwend û destnîşan kir ku pêwîst e ku dewleta Tirk li dadgeha navnetewî ji ber kiryarên xwe bê dadgehkirin.  Gîvara Silêmanî bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk bibin xwedî helwêst û dakevin qadan, kir.

Piştre jî li ser navê Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyê de piştgiriya bi gelê Bakurê Kurdistanê re hat dubarekirin.

 Li Şengalê jî bi pêşengiya meclîsa jinan û meclîsa ciwanan  bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê meşek hat lidarxistin.

Di dawiya meşê de ji aliyê ciwanên Şengalê ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser gelê Bakurê Kurdistanê û gelê Êzidî bi dawî bike. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ger ev êrîş neyên bidawîkirin, ew ê li hemberî vê heya dawiyê mafê xwe yê parastina rewa bikar bînin. 

Di daxuyaniyê de hate gotin, divê li hemberî vê îradeya rêveberiya xweser rêz bê girtin.

 

‘Bila leşkerên Tirk ji Mûsilê vekişin’

 Meclisa ciwanan di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku leşkerên Tirk bi desteka PDK’ê li herêma Başîka ya Mûsilê hatine bicîhkirin û diyar kirin ku ev tê wateya dagirkerî û komujiyê. Her wiha hat daxuyakirin ku ew li bendê ne civaka navneteweyî li hemberî van kiryarên dewleta Tirk helwêsta xwe bi zelalî deynin holê. 


 SILÊMANÎ/ŞENGAL