BERHEM LATİF / SILÊMANÎ / ROJNEWS
Mamosteyê zanîngehê, Şiwan Abdula got, pêwîst e sîstema pewerdeya Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistan û Iraqê jî were bicihkirin. Şiwan diyar kir ku sîstema perwerdeya Rojava gelek girîng e û di cihanê de nimûneyên wê kêm in. Herwiha Şiwan got, hemû sîstema Rojavayê Kurdistanê li ser fikra Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye avakirin.
Mamosteyê zanîngehê Dr Şiwan Ebdula di 26’ê Kanûna 2018’an de bi komek mamostayên zanîngehên Başûrê Kurdistanê re çû serdana zanîngehên Rojavayê Kurdistanê. Mamosta Şiwan li ser serdan û sîstema perwerdeya zanîngehên Rojavayê Kurdistanê axivî.
Dr. Şiwan got, “Yek ji bingehên sîstema Rojavayê, nehêlane desthilatxwaziyê ye. Di nava zanîngehên Rojavayê Kurdistanê û sîstema perwerdeyê de, desthilatxwazî nîne. Hevserokê zanîngehan, bi xwendekarên xwe re avahiya zanîngehê paqij dikin. Ev yek ji sîstemên din yên perwerdeyê cûdatir e. Zanîngehên cihanê jî negihiştine asta wê ku takek ji bo paşerojê ava bikin. Lê li zanîngehên Rojava guftugoyeke zanistî di navbera xwendekar û mamostayan de çêdibe. Ev yek li zanîngehên din nayê dîtin û gelek kêm e.”
Xwendekar bi motîvekirî ne
Li ser tesîra li ser hîndariyê jî Mamosta Şiwan got, “Sîstema perwerdeya Rojava takek berhemhên çêdike. Ev tak jî xwe berpirsyar hîs dike, yanî xwendekar bi xwasteka xwe hewl didin tiştekî fêr bibin, ne ku bi zorê. Di gelek zanîngehên bipêşketî de, xwendevan tenê ji bo bidestxistina kar dixwînin. Lê li Rojavayê Kurdistan ji bo xwendekaran soz hatiye dayîn ku wê piştî xwendinê jî bibin xwedî kar.”
Li ser anîna sîstema Rojavayê Kurdistanê ji bo zanîngehên Başûrê Kurdistanê jî mamosta Şiwan got, “Li gorî min pêwîst e, ev sîstem ne tenê li Herêma Kurdistanê, lê li Iraqê jî bê bicihkirin. Zanîngeh û dibistanên dibin desthilatdariya Suriyeyê de jî, girîngiyê didin bi sîstema xwendina Rojava. Ji bo ku xwendevanên me bibin xwediyê zanyariyan, pêwîstî bi vê sîstemê heye. Ez hêvî dikim ev sîstem di zanîngehên Herêmê de bê bi cih kirin. Ji ber ku bi rastî jî mirov dibîne û hîs dike, li zanîngehên herêmê xwendevan bi zorê dixwînin. Ji bo vê jî xwendevan weke pêwîst fêr nabin. Min bi xwe soz daye, ez ê li gorî desthilatiya xwe weke mamostayekî zanîngehê, hewl bidim vê sîstemê bi cih bikim.”
Herî dawî mamosta Şiwan bal kişand ser azadiya Ocalan û got, “Azadiya birêz Ocalan gelekî girîng e. Ji ber ku hemû hewldanên wî ji bo azadiya gelê Kurd, mirovahî û civakeke wekhev e.”