BERHEM LATİF / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Aborînas Neberd Kerîm li ser boykotê dibêje, boykot ji bo zêdebûna berhemên navxweyî firsende û daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bo bihêzkirina aboriya navxweyî li ser berhemên ji derve tên bacê zêde bike.
“Mirov çi qasî girîngiyê bide berhemên navxweyî, ji bo zêdebûna kar jî dibe firsendek. Niha dikarin sîstema bazirganiyê biguherin. Têkildarî sektora pîşesazî, turîzm û çandiniyê di her şert û mercî de Herêma Kurdistanê dikare piştgiriyê bide ekonomiya navxweyî.”
Divê mirov berhemên niha li Herêma Kurdistan tên hilberandin bi kar bîne, yên li herêmê nînin jî li şûna yên Tirkiyeyê yên welatên din bi kar bîne.