Derhêner Takiş, ji bo bibîranîna zarokê karker ê sala 2013´an kertî ber mekîneya presê û mirî Ahmet Yildiz filma Şekirê Pembû çêkir. Ev film niha tê pêşandan.

Pêşandana destpêka herî pêş li Mêrsîn/Kulturhaneyê pêk hat. Şekirê Pembû hîna miracaetî festîvalên filman ên neteweyî û navneteweyî dike. Heger ji bo Festîvala Filman a Stenbolê bê qebûlkirin, Stenbolî jî wê karibin filmê bibînin.

Şekirê Pembû, behsa du zarokên karker dike ku li navçeya Edenê, Karataşê diçin matotê ango pembû diçinin, vê jî di nava şert û mercên gelekî giran de dikin. Bi ser de jî serpêhatî berê xwe dide nakokiyîn di navbera gundewar û bajaran de jî. 


Ji bo bibîranîna Ahmet Yildiz

Derhêner Ozan Takiş dibêje wî fila Şêkirê Pembû ji bo bibîranîna Şekirê Pembû kişandiye: ”Min xwest bibim dengê zarokên karker. Ahmet Yildiz karkerekî zarok ê 13 salî bû, kete ber mekîneya presê û sala 2013´an jiyana xwe ji dest da. Bê sîgorte û qaçax kar dikir, kardar pêşî weke ku Ahmet di qezaya trafîkê de miribe xwest bide nîşan, lê piştî ku rastiya meseleyê derket holê, li dadgeha cezayê giran hat dadgehkirin. Piştî ku demek kete navberê kardar bi bavê Ahmet Yildiz re di berdêla 30 hezar lîreyî de li hev kir û kardar hat berdan; paşê Ahmet Yildiz hat jibîrkirin.”


Pembû û şekir!

Şekirê Pembû, nîşan dide ka zarokên karker çiqasî xerîb in ji pembûyê diçinin re, fil nîşan dide ku ew zarok in û hew.

Derhêner Ozan Takiş got, “Bûyera Ahmet Yildiz ez gelekî xemgîn kirim. Ji bo wî bidim jiyan diviyabû tiştin bên kirin, min xwest vê bi sînemayê îfade bikim û min xwest Ahmet Yildiz bi vî rengî bi bîr bînim. Ez sînemayê wekî qêrînekê bi kar tînim.” 


STENBOL