Bîra Amedê projeyek e ku wê bibe mekanekî dijîtal ji bo tomarkirin û pêşandana Bîra Amedê û xelkê wê bi rêya 6 dosyayên sereke yên li ser dîrok, mekan û mirovan.

Ji projeyê bîra dengên Amedê kêm e; yanî berê xwe bi awayekî heq nikare bide dengên milletên li Amedê û herî zêde jî ka çawa desthilatê ev deng asîmîle kirin.

Bîr bi mekanan gelek caran bi gewde dibin. Ji ber wê jî mirov hîna nû gava bûyerên qewimîn, rabihuriyê bi mekanekî re difikirin ew bîra hanê manedar dibe. Bi vî rengî li Diyarbekirê bi navê Bîra Amedê projeyek dixwaze bîra Amadê bi awayekî dijîtal hem tomar bike û hem jî bibe pêşangeheke dijîtal ji bo heman bîrê. Malpera Bîra Amedê (diyarbakirhafizasi.org) dest bi weşanê kir. Armanca malperê qeydkirina bîra Amedê ya bi dem û dewrên dirêj pêk hatî, geşkirina wê û belavkirina wê ye.

Malpera Bîra Amedê Anadolu Kultur tevî Komeleya Parastin û Zindîhiştina Berhemên Çandî û Xwezayî yên Amedê vê malperê çêdike. Bi projeyeke bi heman navî (Bîra Amedê) mijarên xebatê, dîroka şênber û ne şênber ya cihê bajar lê hatî avakirin e ku zêdetirî 6 hezar salan in ev bajar lê hatiye avakirin.

Di weşanên xwe yên pêşî de malperê cih daye mijarên wek “Bajarê li çerxerêya dîrokê”, “Nexşeyên ji Amîdayê ketinê ji Caramitê derketine”, ”Tarîxa ku seyahan qeyd kiriye”, ”Diyarbekira ku polik qala wê dikin”, “Têbîniyeka di tarîxê da: Merwanî”

Ji Girê Kortikê heta bi Şikeftên Birqleyn

Di pêşangeha projeyê de rê û dirbên pêşî heta bi Girê Kortikê diçin; lê bermahiyên devereke şên a neolîtîkê hebûye ji beriya mîladê 10400 heta bi 9250´î. Weke nimûneyeke hunerê wê derê jî em di pêşangehê de resmekî dîzikeke xemilandî dibînin.

Piştre berê awirên me diçe ser Qotê Ber Çem ku 7 kîlometroyan dûrî navenda bajêr e. Ev dever jî nîşana serdemeke paşê ya niştecihbûna neolîtîk e: ji beriya mîladê 9300´î heta bi beriya mîladê 6300´î. Li vir ya herî hêjayî dîtinê jî hîmên avahiyên ji keviran lêkirî ne.

Em li raza Şikeftên Birqleynê jî rast tên; heta bi serdema hesin ew ji mirovan re dibin star nêzî Çemê Dibnî. Piştre jî gelek melik û şahan xwe lê rakişandiye da ku li ser bibe serwer.

Û Girê Amîda

Li Girê Amîda yanî li nav sînorên bajêr şopên niştecihbûnê heta bi beriya mîladê 4200´î diçin. Li nava girî bermayên Hurî û Mîtaniyan ji beriya mîladê 2000´î hatine dîtin.

Di pêşangeha dijîtal de cihê sûr û bedenên Diyarbekirê cihê herî bi qîmet e. Li ser keviran nivîs û şopên qederê 2 hezar salan hene. Destpêka bi ber û kevir digihe împaretorê Romayê Konstantius ku sala 300´î Diyarbekir weke garnîzona sînor bijart. Axir kitabeyên li ser bedenê bi gelek alfabe û zimanan hatine nivîsandin.

Piştre serdemên weke yên Akkoyuniyan û berhemên wan ên li nava bajêr ên weke minareya çarling em dibînin. Ji wir em berê xwe didin deriyên Diyarbekirê, Baxçeyên Hewsel, not û têbîniyên seyahên biyanî, û digihîjin nav eqarên milet, dîn û nasnameyên cihê yên Diyarbekirê. Herî dawî di pêşangehê de cihê Diyarbekiriyan heye.

Di pêşangehê de nebûna beşeke bîra Amedê jî dengên Amedê ne. Yanî ka kîjan zimanan berê li sûk, kolan û malên Amedê deng vedida, îroj kîjan deng vedidin, weke beşek ji Bîra Amedê nehatiye dîtin. Lê belkî xwediyên projeyê vê kêmasiyê bibînin û yan jî Diyarbekirî kasetên deng û dîmenan bigihînin wan û ew bîra dengên Amedê jî li projeya xwe zêde bikin.

 

AMED

 
 

Bîra xwe li bîra Amedê zêde bikin

   

Xwediyên projeyê dibêjin, ji bo çêkirina meydaneke agahî û belgeyên li ser Amedê lê hatîn berhevkirin û ew ji bo kêşana bala zanyar û elaqedaran hatî pêşkêşkirin, ji bo nifşên bên bîr zindî be beşdarbûna wê gelekî girîng e.

Ew ji ber vê yekê jî bang li Amediyan dikin: “Ji bo hûn belge û koleksîyonên li ser dîrok, çand mîmarîya bajarî bi me re parve bikin hûn dikarin bi rêya info@diyarbakirkafizasi.org bi me re bikevin peywendîyê.”

Ji bo Projeya Bîra Amedê piştgirîya Weqfa Gerda Henkel û Weqfa Chrestê jî heye.