Rojnameger û nivîskar Huseyîn Denîz di 9'ê Tebaxa 1992'an de li sûka Serêkaniya Rihayê ji aliyê Hizbûlkontra yên dewleta Tirk ve bi xafiltî hatibû gulebarandin û roja 10'ê Tebaxê li Nexweşxaneya Amedê jiyana xwe ji dest dabû. Ev bîst sal in kujêrên Huseyîn Denîz ji aliyê dewleta Tirk ve nehatine eşkerekirin. Di pirtûka li ser bîranîna Huseyîn Denîz hatiye nivîsandin de hûnê karibin nivîsandinên wî, bîranînên hevalên wî li ser nivîsandine, nûçeyên di derbarê şehadeta wî de derketine û dîsa pê re biçin wan salên dijwar û dîroka çapemeniya Kurd.  

AMED