Şagirtên ku ji welatên cuda ên li Ewrûpa tevlî perwerdê bûne, di 18´ê Tîrmehê de li Brûkselê avahiya televîzyona Kurdî STÊRK TV civiyan. Perwedeya ku heta 3´ê Tebaxê dewam kir, bi tevlîbûna perwerdakarên cuda xwedî bernameyeke dewlemend bû.   

Şagirtan di perwerdeyê de waneyên dîroka ragihandinê, kamera, wêne û dîmenkêşiyê, montaj, radyo û şêweyê nivîsandina nûçeyan girtin.


Enerjiyeke erênî 

Der barê perwedeya çapemeniyê de endama komîteya amadekar Deniz Bilgin wiha axivî: “Perwerde bi awayekî giştî baş bû, me bingeheke ragihandinê ji bo endamên xwe yên nû ava kir da ku ew bikaribin weke endamên ragihandina azad xwe bi pêş ve bixin û dengê gelê Kurd bighînin hemû cihanê.” Her wiha Bilgin, bang li ciwanên Kurd kir ku ew tevlî perwerdeyan bin û ji ragihandina Kurd re bibin hêz.

Yek ji rojnamevanên perwerdekar Ali Guler jî ji bo perwedeya ku hatî lidarxistin got xebat û berhemên vê perwerdeyê enerjiyeke erênî bixe nava ragihandina Kurd.

Şagirtê bi navê Mustafa Saglam ê ku ji bajarê Parîsê Fransayê tevlî perwerdê bûye li ser perwerde wiha axivî: “Perwerdeya ku têkildarî rojnamevantî û nûçegihantiyê ku me li vê derê dît, ji bo me gelek girîng bû. Ez bawerim ku ezê piştî vê perwerdeyê bi demê re xwe pêşbixim û li hember pergala dewletê tekoşîna medyaya azad û alternatîf pêş bixim. Her wiha ez bang li hemû ciwanên Kurd dikim da ku tevlî perwerdeyan bibin.

Hêjayî gotinê ye jî ku saziyên çapemeniya Kurd ên li Ewrûpayê di nav salê de gelek perwerdeyên cur bi cur lidar dixe û endamên nû amade dike. 


 BRÛKSEL