Ji bo cara 28’an Musa Anter tê bibîranîn
Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad wê cara 28’an werin dayîn. Jurî wê di 5 beşan de xelatan bidin. Miracaetan jî dest pê kir.
Ev xelat, ji bo bîranîna nivîskar û rewşenbirê kurd Mûsa Anter û xebatkarên çapemeniya azad yên şehîdkirî, ji sala 1993’yan ve her sal bi navê "Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad" tên dayîn.
Weke van her du salên dawiyê, îsal jî rojnameya Yenî Yaşamê pêşbirkê bi rê ve dibe. Miracaet wê heta 10’ê Îlona 2020'an bên kirin. Pêşbirka ku ji “Nûçeyên Kurdî", “Nûçeyên Tirkî", “Wêne (Wêneyên Nûçeyan)”, “Karîkatur” û ji bo bibîranîna Gurbetellî Ersozê “Nûçegihaniya Jinê” bi giştî ji 5 beşan pêk tê. Encama pêşbirkê wê 18’ê Îlona 2020'an bê eşkerekirin.
Her beşdar tenê dikare di beşekê de û tenê bi berhemekê miracaet bike. Berhemên ku ji bo xelatê bên şandin, wê dîsa li xwediyên wan nayên vegerandin. Dibe ku di rojnameyê de bên weşandin. Her beşdar dikare berhemên xwe bi rêya PTTyê yan jî bi kargoyê bişîne. Dikarin bi destan jî teslîm bikin. Berhemên ku bi rêya postayê ango kargoyê hatine şandin, heke negihîjin navnîşana rojnameyê, berpirsiyarî ya xwediyê wê ye. Wekî din endamên juriyê û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê nikarin tev li pêşbirkê bibin.
Endamên Juriyê
Li juriya ji bo nûçeyên Kurdî de îsal Mehmet Alî Ertaş, Suna Tunç, Beritan Zagros, Ramazan Olçen, Ferîd Demirel hene
Ji bo nûçeyên jinan Nevin Cerav, Nişmiye Güler, Bircan Değirmenci, Çiçek Tahaoğlu, Sevda Karaca di juriyê de cih digirin.
Herçî wêne ne, Ramazan Ozturk, Abdurrahman Gok, Ozcan Yaman, Rodî Yuzbaşı, Selmet Guler di juriyê de cihê xwe digirin.
Di beşa karîkatûran de jurî ji Gulay Batur, Dogan Guzel, Asli Alpar, Îmam Cîcî û Ender Ozkahraman pêk tê.
Navnîşana ji bo miracaetê
Navnîşana ku beşdar wê berhemên xwe bişîninê li jêr e:
Yeni Yaşam Gazetesi, Şehît Muhtar Mahallesi, Bekar Sokak No: 7/3 Beyoglu/Stenbol
Web: yeniyasamgazetesi.com
e-mail: yeniyasamgazetesi@gmail.com
Telefon: 0 212 252 83 99
Fax: 0 212 252 83 90
NAVENDA NÛÇEYAN