Ji bo çareserî azadiya Ocalan
‘Nobeta azadiyê’ ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, dewam dike. Nobetdarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji bajarê Elmanyayê Giessenê ne.
Çalakiya nobetê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şikandina tecrîdkirina wî li ber avahiyên Konseya Ewrûpayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) tê lidarxistin, qederê 6 salan bi rengekî bê navber, dewam dike.
Çalakî ketiye hefteya xwe ya 307’an. Nobetdarên vê hefteyê jî komeke nû ya ji 4 kesan a ji bajarê Giessenê ye. Hediye Ecer, Salîha Şen, Halîl Goktepe û Emîn Emektar tevlî çalakiya vê hefteyê bûne.
Bi navê koma nû daxuyanî hate dayîn û hate destnîşankirin ku dîlgirtina Ocalan ne ya qebûlkirinê ye. Komê destnîşan kir ku tecrîda giran a salên dawî li pêşiya çareseriya aştiyane ya doza Kurd asteng e. Endamên komê got, Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo pirsgirêkên hemû gelên cihanê hewl dide çareseriyê biafirîne.
Endamên komê bang li CPT´yê jî kirin û jê xwestin ku heyetekê bi rengekî lezgîn bişîne Girava Îmraliyê ku rewşa Rêberê Gelê Kurd lêkolîn bike. Çalakgeran bi bîr xist ku rewşa ne diyar a tenduristiya Ocalan, dike ku gelê Kurd bikeve nava tirs û fikaran.
Nobeta ‘Azadî ji Ocalan re’ 25’ê Hezîrana 2012’an dest pê kiribû.
STRASBOURG