Ji endamên heyetê Şahîsmaîl Bedîrhanoglu diyar kir ku mijarên wekî rawestandina operasyonên leşkerî û siyasî, berdewamkirina diyalog û muzakereyan ji rayedarên hikûmetê ji Îmraliyê jî ji bo rewşa bêçalakîbûnê hevdîtinê pêk bînin. Bedîrhanoglu got ku ew ê biçin Herêma Federal a Kurdistanê û li wir jî bi Barzanî û Talanî re hevdîtinê pêk bînin û biçin Qendîlê jî.

Ji  DYA û YE'yê randevu xwestin
Der barê hevdîtinên ku hatin kirin û yên ku dê bên kirin de Serokê Komeleya Karsazên Sanayiyê yên Başûrê Rojhilat (GUNSÎAD) Şahîsmaîl Bedîrhanoglu ku di nava heyetê de cih digire agahî da û got ku "ji ber ku zemîna siyasetê têngkirin û li herêmê bawerî kêm dibe", "hevdîtin ji cihê ku mane ji nû ve bên destpêkirin, muzakere bidomin" rêxistinên sivîl hatine ba hev. Bedîhanoglu destnîşan kir ku wan jî Serokomar Abdullah Gul, Serokwezîr Tayyîp Erdogan, Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek, partiyên ku li meclîsê komên wan hene û partiyên din randevu xwestine û wiha berdewam kir: "Biryana hevdîtinên navneteweyî bê kirin jî hate girtin. Me ji DYA, YE'yê jî randevu xwest." Bedîrhanoglu anî ziman ku dema ku bersiv heta dayîn ew e hevdîtinên xwe pêk bînin.

Biryara hevdîtina bi  Qendîlê re

Bedînhanoglu da zanîn ku ji ber cejn û erdheja Wanê ketiye navberê xebatên xwe dane rawestandin û niha ji nû ve dane destpêkirin. Bedîrhanoglu hevdîtina wan a bi Kiliçdaroglu re bi bîr xist û got ku baş derbas bûye û Kiliçdaroglu di hevdîtinê de bersiva "Heke ji bo pirsgirêkê çareseriyê bîne, ev hevdîtin û muzakere pevçûnan bide raestandin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd zemînê ava bike ez piştgiriyê didim vê hewldana we" daye wan. Bedîrhanoglu axaftina xwe wiha domand: "Ji ber serdanên Serokomar a derveyî welat û bernemaya tijî ya Serokwezîr dê hin pirsgirêk derkevin lê em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê ji Barzanî û Talabanî jî randevu bixwezin. Biryara me ya bi Qendîlê re hevdîtinê pêk bînin heye." Bedîrhanoglu bi bîr xist ku heyeteke ku ji baroyên herêmê pêk tên jî serî li Wezareta Dadê daye û wiha axivî: "Em ê biçin Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re ji bo ku zemîna demokratîk bê avakirin û pêvajoya bêçalakîtiyê bê amadekirin, diyalog û muzakere bê destpêkirin nêrînên xwe parve bikin."

'Hevdîtinên bi Îmraliyê roleke sereke dilîze'
Bedîrhanoglu bal kişand li ser operasyonên di bin navê KCK'ê de jî û wiha axivî: "Em dibînin ku operasyonên leşkerî û siyasî yên hikûmetê pirsgirêkê çareser nake, di nava civakê de baweriyê kêm dike. Hêstên bihevre jiyanê qels dike. Em vê li herêmê dibînin. Xetereya ku dê pêşerojê de derkeve holê em dixwazin bi hikûmetê re parve bikin. Em ê bibêjin çareserî ji diyalogê derbas dibe. Em ê bibêjin hevdîtinên dewletê bi Îmralî û fermandarên rêxistinê re pêk aniye dê ji bo çareseriya pirsgirêkê roleke sereke bilîze. Em ê bixwazin hevdîtin ji nû ve bên destpêkirin û hikûmet polîtîkaya xwe biguherîne."
Bedîrhanoglu bilêv kir ku li gel her tiştî ew ê hevdîtinên xwe bidomînin û hemû nêrînê xwe parve bikin. Bedîrhaoglu anî ziman ku ew bi karsaz, sendîka, kesên navdar re jî hevdîtinan pêk bînin û di raya giştî de bihistiyariyê pêk bînin û ji bo vê hewldanên xwe bidomînin.

SERTAÇ KAYAR - DÎHA-AMED