Piştî ji bo çareser kirina kêşeyên Herema Kurdistan û Bexda Komîteya Diyalogê ya Hevpeymaniya Kurdistan hate damezrandin yekem civîna xwe bi Koma Dewleta Yasa Nûrî Malikî re kir. Encamê vê hevdîtinê her diçe zelaltir dibe ku îro hate ragiyandin ku wê Herema Kurdistan hinardekirina petrolê ji bo Boriyên yên Iraq û Tirkiye dîsan despê kiriye. Hate zanîn dê Herema Kurdistan rojê 100 hezar varil petrola xav rêke boriyên Ceyhan-Yurmurtalikê. Dîsan tê diyar kirin ku dê Bexda jî pereyên şîrketên petrolê yên Herema Kurdistan dê bide. Heke ev peran neyên dayîn wê Herema Kurdistan dîsan petrolê qut ke.
Ji aliyekî din ve Endamê Dewlet Yasa ya parlamenta Iraq Ednan Miyahî diyar kir ku wê di demek nêzîk de Serokê Herema Kurdistan Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî wê demek nêzde werin cem hev. Lê nehat eşkere kirin ku wê ev hevdîtin kengî bibe. Niha di navbera Herema Kurdistan û Bexda jiber mada 140'an a ji bo heremên Kurdan yên ne li ser Herema Kurdistanin, derhinan petrolê, hebûna peşmerge wek nakokiyên herî mezinin.
HEWLÊR
Gelê Ranyayê raperîna Rojava slav kir
Bi mebesta piştgiriya rojavayê Kurdistanêli Navçeya Ranya ya Silêmaniyê xwepêşendanek hate lidarxistin. Xwepêşendan li ber parka Gîştî Ranya despê kir û heta parka Dervazeyî ya Ranya berdewam kir. Li vir ser navê saziyên sivîl û partiyên siyasî li ser armanca meşê daxuyaniyek dan. Gelê beşdarî meşê bûn sloganên "Bakûr Başûr Rojhilat yek armanc û yek xebat, bimre Rejîma Beşar" qêriyan. Hate zanîn ji bo alîkariya rojavaya Kurdistanê dê 9 mehan li berden parka gîştî ya Ranya konek bê vedan û alîkarî bê kom kirin.
SILÊMANÎ