Dayika gerîlayê HPG'ê Nasibe Cebe nexweş bû û pêr jiyana xwe ji dist da. Doh cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Şîrîn Cebe û dayika wî Nasîbe Cebe doh bi hev re hatin definkirin.
Bi deh hezaran kes ji bo definkirina gerîla Cebe û dayika wî de li hev kom bûn. Girseyê darbesta Cebe bi ala PKK’ê pêçandin û bi hilgirtina alên PKK, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîla Cebe dest bi meşê kirin. Polîsan li pêşiya girseyên bend danî û destûr neda ku Kurdistanî heta goristanê bimeşin. Lê belê di encama berxwedana gel de bendên polîsan rakirin û meşa xwe domandin. Polîsan bi TOMA û bombeyên gazê êrîşî ser girseyê kir. Kurdistaniyan jî bi molotof û keviran xwe parastin. Piştî merasîma cenaze di kolanan de di navebar polîs û gel de pevçûnan berdewam kir.
Malbata gerîlaya HPG'ê Semîra Caferî (Destan Bêrîtan) di şerê 8'ê mijdara 2012'an de ya li Kelaşerê de şehîd ketibû û li morga Saziya Tipa Edlî dihatin girtin, wergirt. Malbata gerîla Semîra ji cenazeya zaroka xwe bibin Ranyaya Silêmaniyê û li wir bi girseyî defin bikin.
Her wiha malbata gerîla Agît Şengîl ku di şerê Çelê de şehîd ketibû ji bo wergirtina cenazeyê zarokê xwe çû Meletiyê. Malbat ji bo tehîşkirina cenazeyê serî li dozgeriya Meletiyê da. Li ser destûra dozgeriyê malbat çû morga Saziya Tipa Edlî. Malbatê diyar kir ku zarokên wan hatiye asta ku neyê naskirin. Ji ber vê yekê zarokê xwe teşhîs nekirin. Malbat ji bo testa DNA’yê xwîn da û dîsa vegeriyan Silopiya Şirnexê. Malbat piştî testa DNA’yê wê dîsa biçin Meletiyê û cenazeyê zarokê xwe wergirin.
MÊRDÎN