Rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Rûsyayê ji bo konferansa aştiyê ya navneteweyî ya li ser rewşa Sûriyeyê bi lezgînî were lidarxistin, di asta wezaretan de li hev kirin. Di civîneke çapemeniyê ya li Sefaretxaneya Rûsyayê ya li Washingtonê de, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyanî da û wiha got: “Em bi heman rengî difikirin: Çi dibe bila bibe, di rewşeke gengaz de divê em ji bo Cenevre - 2 bang bikin.” Lavrov diyar kir ku dîplomatên rûs û amerîkî wê di dawiya meha tebaxê de careke din bên cem hev û organîzekirina konferansa navneteweyî ya ji meha gulanê û vir ve tê taloqkirin, binirxînin.

Daxuyaniyeke zelal nehat dayîn ku aliyên pirsgirêkê li dora heman maseya danûstandinan li hev kom bibin. Lê belê Rûsyayê di daxuyaniyên xwe yên beriya niha de diyar kiribû ku rêveberiya Beşar El Esad qebûl kiriye ku bê şert û merc tevli Konferansa Duyemîn a Cenevreyê bibe.
 
Li ber Qesra Spî çalakî 

 Li hemberî qetlîamên ku ji aliyê komên çete yên girêdayî El Nusra li dijî gelê kurd ê Rojava tên kirin li her aliyê cîhanê nerazîbûnên Kurdan pêş dikevin. Doh Kurdistaniyên ku li DYA’yê dijîn bi armanca şermezarkirina qetlîamê û her wiha bêdengiya raya giştî ya welatên Rojava çalakiyekê li darxistin. Komeleyên Kurd ên li New Jersey, Boston, Atlanta, San Fransisco û Chîcago jî piştgiriyê dane çalakiya li Washingtonê. Çalakî doh li gor saeta herêmî saet 13.00’an dê hate lidarxistin.Gelek kurdistanî û dostan wan beşdarî xwepêşandanê bûn. Di peyamên hatin dayin de bang li rêveberiya DYA û raya giştî ya cîhanê hate kirin ku li dij tevkujiyên li ser Kurdan tên meşandin bêdeng nemînin.  

ANF/WASHINGTON