Derhêner Kivilcim Akay ku bi belgefilma xwe ya ‘Amîna’ ya jinên koçber ên Efrîkayê vedibêje tevlî Mihrîcana Belgefilman FîlmAmed bû, got, divê jin zêdetir di sînemayê de cih bigirin, ji ber ku gelek tiştên ku jin vebêjin hene.

Kivilcim derhênerek Kurd e, li StenboLê dijî. Xebatên xwe li wir dimeşîne. Kivilcim jiyana jinên koçber yên Efrîkayê mereq dike û di vê navberê de Amîna nas dike. Ew belgefilmê pêşniyazî Amînayê dike û ew jî qebûl dike. Kivilcimê diyar kir ku penaber di şertên zehmet de jiyana xwe didomînin û got, wê xwestiye empatiyekê çêke.

‘Em hewl didin di sînemayê de hebin’

Kivilcimê got, Amîna di 2013’an de nas kiriye, di 2016’an de ew kiriye berga kovarê û piştî kovarê xwestiye çîroka jinên Efrîkayê bike sînemayê. Kivilcimê bi lêv kir ku ew bi ekîbeke mezin ya jinan re xebitîne.

Kivilcimê destnîşan kir ku tevî hejmara jinan di sînemayê de zêde dibe jî ev hejmar têr nîne û got, “Esas jin dixebitin lê, di çêkeriyê de, derhêneriyê de yan jî xwedî gotinê de cih nagirin. Ev jî dikeve ser milê me jinên ku li vê bazarê hene. Çi ji destê me bê divê em bikin. Divê jin zêdetir di sînemayê de cih bigirin. Divê em cihanê ji perspektîfa mêran re nehêlin.”

 ıoı