Di derbarê mijarê de Hamêd Bazo got ku bi vekirina deriyê sînor re welatiyên Rojavayê Kurdistanê dikarin hemû pêdiviyên xwe pêk bînin, her wiha peydakirina kar ji ciwanan re û xebata Desteya Bilind a Kurd ji bo vekirina deriyê sînor ê Başûrê Kurdistanê spas kir.
Ciwanê bi navê Gudar Ebdilqadêr ku 6 mehan li Başûrê Kurdistanê kar kir, diyar kir ku kar li başûr pir zehmet e û got: ‘’Kar kirin li Bşûrê Kurdistanê pir zehmete û Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya me nedikir û heq destê ku me digirt jî hemû li pêdiviyên rojane diçûn.’’
Ebdilqadêr bang li hemû ciwanên ku ji Rojavayê Kurdistanê koçber bûne kir ku vegerin û got: ‘’Niha derfetên kar li Rovaja zêde bûne, her wiha ji bo parastina deskeftiyên welatê xwe pêwîste ku hemû ciwanên çûne Başûr û dervay sînor vegerin û deskeftiyê welatê xwe biparêzin.’’
ANHA/DÊRÎK