Bi boneya salvegera 26’emîn damezrandina Rêxistina Parastina Zarokan a Kurdistanê û 15’emîn salvegera damezrandina Navenda Çalakiyên Ciwanên Kelarê, li Germiyanê pêşangeheke hunerî hat vekirin. 

Doh piştî nîvrojê ev pêşangeh li salona Navenda Çalakiyên Ciwanên navçeya Kelarê ya li Germiyanê bi navê ‘Xunce dibine gulên renga reng’ hat vekirin. Di pêşangehê de 51 tablo hatin pêşandan.

Li ser armanca vekirina pêşangehê, rêveberê pêşangehê û mamostayê beşê hunerê wênesaziyê, Serdar Hemîd got; “Em weke Navenda Çalakiyên Ciwanên Kelar, bi boneya 26’emîn salvegera damezrandina Rêxisitina Parastina Zarokan a Kurdistanê û 15’emîn salvegera damezrandina Navenda Çalakiyên Ciwanên Kelar, me ev pêşangeh vekir. 17 ciwan ku 12 ji wan keç û 5 jî xort in, wêneyên xwe di pêşangehê de pêşkêş kirin.” Serdar Hemîd wekî din agahiyên teknîkî yên di biwara pêşangehê de jî dan: “Di pêşangehê de 51 tablo hatine danîn. Pirraniya tabloyan li ser xwezayê hatine amadekirin. Pêşangeh wê du rojan dewam vekirî be (îro bi dawî dibe). Wê dema pêş çalakiyên me yên hunerî yên cûdatir jî hebin.” 


 ROJNEWS / GERMIYAN