Ger û geşta ciwanên Kurd roja Şemiyê nava rojê li parka Max-eyht-See bi tevlibûna sedan ciwanên Kurd pêk hat. Di seyrana ciwanên Kurd a gelek malbat jî beşdarbûn de xwarin û vexwarin hate belavkirin. Ciwanên Kurd di şahiyê de hetanî derengiya rojê bi çalakiyên cur ber cur şahiya xwe meşandin û di dawiyê de bi girêdana govendê şahiya xwe bi coşeke mezin bi dawî kirin.
ABDURRAHMAN KARATA/STUTTGART