Li Îtalyayê êdî ciwan wê karibin wî 500 euroyê ji bo kirîna pirtûkan û bilêtên konser, sinema û şanoyê û gerên muze û parken xwezayî mesref bikin. Cîgirê Serokê Parlamentoya Îtalyayê Tommaso Nannicini da zanîn ku hikumet wê ji bo vê projeyê 290 milyon Euro xerc bike û got ev wê bibe veberhênaneke baş. 

Nannicini diyar kir ku nêzîkê 575 hezar ciwan wê ji vê projeye sûdê werbigirin û got: “Ciwanên me wê bi vê pojeyê xwe di warê çandî de bi pêş bixin û wê zanibin ku ev yek ji bo xurtkirina civakê çi qas girîng e.” Ciwanên dikevin 18 salî wê bi riya înternetê karibin ji vê projeye sûdê wer bigirin. Her wiha hikumeta Îtalyayê plan dikin ku sala bê jî ji bo mamosteyan vê projeyê amade bikin. 


 ROMA