Weşanxaneya ku berî du mehan dest bi weşanê kir berhema xwe ya yekemîn weşand. Pirtîka Fêrqîn Melîk Aykoç ya binavê “Çavkanîya Çanda Gel” a li ser çand û hunera gel hatiye amadekirin pirtûka yekem ya weşanxaneyê ye.

Berhemên girtîgehan jî werin weşandin
Di weşanxane ji alîyê Mevlût Aykoç û Xunav Altûn ve hatî vekirin û dixwazindi weşana Kurdî de bi taybet cih bidin nivîskarên ciwan. Divê weşanxaneyê de wê berhemên lêkolîn, roman, serpêhatî, pirtukên zarokan bên derxistin her wiha wê li gel zimanê Kurdî, berhemên bi zimanê Tirkî jî werin weşandin. Her weha wê berhemên di girtîgehan de hatîn nivîsin jî werin weşandin.  Mevlut Aykoç derbarê weşanxaneyê de agahî dan û got: "Gelê Kurdi bi fikir raman û berxwedana xwe gihaştiye asteke nû. Di vê asta nû de ev hest, raman, nêrîn û tevger divê bibin berhem û werin weşandin. Di vê çarçovê de me dest bi xebatê kir ku  ji alîyekê ve em ji bo pêvajoyê bibin bersiv û valetîya ku çêbûyî em ji alîyekêve dagirin.”

Banga xwedîderketina Kurdî
Aykoç , da zanîn ku hebûna mirov hebûna himê mirov e û wiha berdewam kir: “Zimanê Kurdî jî weke hemû zimanên din divê bibe zimanê perwerdê û ji bo ji asimlasyonê were rizgarkirin xebatek gelek mezin pêwîste, di vê mijarê de erk dikeve ser mile herkesî.” Aykoç diyar kir ku di vê mijarê de ew xwe weke erkekî ditîne ji bo wê jî dest bi xebatek wisan kirine. Aykoç anî ziman ku di xebata xwe de wê zêdetir giringî bidin ciwan û zarokan ji ber ku ciwan û zarok dahatû ne. Aykoç, bilêv kir ku ku wan çarçoveyek berfireh dane pêşiya xwe û ew pê tene li ser beşekê ne sekinîne û wê cih bidin berhemên wêjeya kilasîk jî.
Di dawîyê de Aykoç diyar kir ji bo ciwanên zanîngehê wan xebatek ya weşana kovarekê kirîye û bang li nivîskarên ciwan jî kir ji bo pêşxistina zimanê Kurdî hewldanên xwe xurt bikin. 

DÎHA/STENBOL