Komkujiyên AKP li Kurdistanê dike û bi taybetî êrîşên tund ên hêzên AKP'ê ku li ser Cizîra Botan dewam dikin li gelek navendên Ewropayê hatin şermezar kirin. 

Li bajarên Almanya Hambûrg, Frankfurt, Köln, Freiburg, Dresden, Essen, Bonn, Hannover, München, Stuttgart, Wuppertal, Dortmund, li Franas û Awûryayê êrîşên AKP'ê yên li ser bajar û navçeyên Kurdan hatin şermezar kirin. 

HAMBURG: Komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, li bajarê Elmanya Hambûrgê bi meşekê hat şermezarkirin. Di daxuyaniya li çalakiyê hat dayîn de, terora dewletê ya li Cizîrê, êrîşên li hemberî Kurdan li gelemperiya Tirkiyeyê, şewitandina avahiyên HDP'ê hat bibîrxistin û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku pêşî li terora AKP'ê bigire. Endamê sendîkaya Ver.dî Rolf Becker li meşê peyivî û destnîşan kir ku Erdogan ji bo careke din bibe desthilatdar bêteredût aloziyê derdixîne ku rê li ber mirina mirovan vedike.  Meş li ber Konsolosxaneya Tirk a li Hambûrgê bi dawî bû.

FRANKFÛRT: LiFrankfûrtê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk pêr saet di 17:00 de li ber Gara Trenê ya Navendî meşek organîze kirin. Di meşê de bi qasî 750 kes amade bûn. Girseya gel li ber pankartên bi nivîsa "Ya jiyaneke bi rûmet ya jî têkoşîneke bi rûmet", "40 mîlyon Kurd bêstatu dijîn" meşiyan û belavokên ji aliyê Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropayê ve hat amadekirin, hatin belavkirin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê nûnera Meclîsa Amara Rûken Karakoç, Sekreterê Giştî yê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Elmanyayê (AABF) Bulent Alkan axifîn. Di mîtîngê de her wiha li ser navê ATÎF, DÎDÎF, ADHK û TJK-E axaftin hatin kirin û êrîşên li Cizîrê û li hemberî HDP'ê hatin şermezarkirin.

KOLN: Kurdistanî û dostên wan li Kolnê daketin kolanan. Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi qasî 500 kes li ber Dêra Domê ya dîrokî civiyan.

Komeleya Çandê ya Koçgirî ya Bergîsch-Gladbach, Navenda Çanda Elewiyan a Porz, TJK-E, Cîhaneke lê were jiyîn, Partîzan, MLKP û dostên Kurd ên Elman di mîtîngê de cih girtin. Di çalakiyê de şerê AKP û Qesrê yê li dijî gelê Kurd hat şermezarkirin. Ciwanan di çalakiyê de belavok belav kirin û ji Elmanan û tûrîstan xwestin neçin Tirkiyeyê û vê hovîtiyê şemrezar bikin.


FREÎBÛRG: Êrîşên AKP'ê li bajarê Elmanya Freîbûrgê bi pêşengiya Komuna Jinê ya Nûda hatin şermezarkirin.  Bi qasî 500 kesên li meydana Kartoffelplatz a li navenda bajêr civiyan, dest bi meşê kirin. Li dû meşê, daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn û hat ragihandin ku êrîşên faşîst ên tên kirin ji aliyê AKP'ê ve hatine organîzekirin. 

DRESDEN: Kurdistaniyên li eyaleta Sachsen a Elmanyayê dijîn jî, li bajarê Dresdenê bi heman armancê mîtîngek lidar xistin. Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Kurdistanî û dostên wan ên Elman li ber Parlamenta Eyaletê civiyan û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin, ku li hemberî komkujiyên li Kurdistanê diqewimin, hişyar û baldar be.

HÎLDESHEÎM: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hîldesheîmê û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, ji bo balê bikişînin ser êrîş û komkujiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê meşek protestoyî lidar xistin. Meşê bi beşdariya hezar kesî, li ber otogara Hîldesheîmê destpê kir. Girseya gel a bi wêneyên Ocalan û alên YPG, YPJ, PYD û HDP'ê saet di 18:15'an de destpê bi meşê kir, belavokên bi zimanê Elmanî belav kir û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" qîriya. Çalakî bi dayîna daxuyaniyekê bi dawî bû.

KASSEL: Kurdistaniyên li bajarê Kassel û derdora wê dijîn, li dijî êrîş û komkujiyan mîtîngek lidar xistin. Di mîtîngê de bi qîrîna dirûşmeyan destek ji berxwedana Cizîrê û HDP'ê re hat dayîn. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Omer Ozdemîr li vir peyivî û berxwedana gel silav kir. Di axaftinên li çalakiyê de banga baldarî û hişyariyê li Kurdan û derdorên demokratîk hat kirin û hat gotin, "Em bibin dengê Cizîrê. Cizîr ne bi tenê ye."

ESSEN: Li dijî êrîş û komkujiyên AKP li Cizîrê û tevahiya Kurdistanê dike, Kurdên li Essenê û hêzên çep daketin kolanan. Bi qasî 700 kes bi vê armancê li meydna Stasyonê ya Essenê kom bûn û zextên Erdogan protesto kirin. Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku Erdogan ji bo hesap nede gel zext û zilmê dike û hat gotin, "Êdî roja hesabdayînê hatiye". 

BONN: Kurdistaniyên li Bonn û derdora wê dijîn, şîdet û komkujiyên ji aliyê AKP û rêveberiya Erdogan ve li hemberî Kurdan tê kirin, şermezar kirin. Çalakiya hevpar a Mala Çand û Dostaniya Kurd-Elman û Meclîsa Jinê ya Sara, saet di 18:00 de li Frîedenplatzê destpê kir. Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

HANNOVER: Li meydana Kropcke ya Hannoverê mîtîngek hat lidarxistin. Tevî bi sedan kesan, pêkhateyên HDP'ê, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û partiyên siyasî yên Elman jî beşdarî mîtîngê bûn. Nûnerên NAV-DEM, ATÎF, DÎDÎF, ABF, MLPD, Die Linke, YXK û FKÊ di axaftinên xwe yên li vir de destnîşan kirin ku HDP bêxwedî nîne.

MUNCHEN: Li Munchenê jî Meclîsa Gel û Komuna Jinê ya Sara mîtîngek hevpar organîze kirin. Di çalakiya ku Elman jî lê amade bûn de, polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin şermezarkirin. Di daxuyaniya ji aliyê NAV-DEM'ê ve hat amadekirin de hat ragihandin ku li dijî konsepta şer a Erdogan, gelê Kurd ê li ber xwe dide, garantiya demokrasiya Tirkiyeyê ye. Endamê Meclîsa Şaredariya Munchenê Çetîn Oraner jî di axaftina xwe ya li vir de bang li Elmanyayê kir ku dawî li hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re bîne.

STÛTTGART: Di mîtînga li Stûttgartê de jî bi qasî 2 hezar kes amade bûn. Di mîtîngê de berxwedana li Cizîrê hat silavkirin û êrîşên li dijî HDP û DBP'ê hatin şermezarkirin. Mîtînga li Schlossplatzê, bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk hat organîzekirin.

WÛPPERTAL: Li Wûppertalê jî polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin şermezarkirin û berxwedana Cizîrê hat silavkirin. Di çalakiya ku ji aliYê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin de, pêkahteyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk destek dan. Girseya gel bi vê armancê li ber City Arkadenê civiya û di kolanên herî qelebalix ên bajêr de meşiya. Di pêşengiya jinan de li Dortmund çalakiya rûniştinê.

DORTMUND: Li Dortmund di pêşengiya Meclîsa Jinan a Rozerîn de girseya kom bû, polîtîkayên şer ên AKP’ê protesto kir û xwedî li berxwedana Cizîrê derket.

Girseya li bajarê Dortmund ê Elmanyayê di pêşengiya Meclîsa Jinan a Rozerîn de kom bû, bi armanca şermezarkirina faşîzma AKP û DAIŞ’ê çalakiya rûniştinê pêk anî. Endamên DÎDÎF, Jinên Koçber, PYD, SKB tevlî çalakiyê bûn.

Di axaftinan de hat gotin ku di mirina her leşker û mirovekî de Erdogan û AKP berpirsyar in û hat destnîşankirin ku pêwîst e Yekîtiya Ewropayê ji vê komkujiyê re bêje bes e.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi qasî 30 ciwanên li Stephanplatzê civiyan, hewldanên dewleta Tirk ên ji bo qetilkirina gelê Kurd û êrîşên li dijî HDP'ê bi çalakiyekê şermezar kirin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Dewleta Tirk li Cizîrê zarokan dikuje, di nava 2 rojan de li hemberî 400 buroyên HDP'ê êrîş hatin kirin, haya we ji vê heye?" hat vekirin.

RENNES: Li bajarê Fransa Rennesê jî, ji bo silavkirina berxwedana Cizîrê û şermezarkirina polîtîkayên şer ên AKP'ê çalakiyek hat lidarxistin. Bi sedan kesên li Meydana Troîs Soleîlê civiyan, dest bim eşê kirin. Di meşê de dirûşmên "Xweparastin maf e", "Cizîr ne bi tenê ye", "Kujer Erdogan" û "PKK gel e", "Bijî Serok Apo", "Tohildan, hatin qîrîn. Çalakvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KJK û pankarta bi nivîsa "Li dijî rejîma Erdogan yekane bijarka me ya jiyanê xweparastin e" hilgirtin.

MARSÎLYA: Li Başûrê Fransayê bajarê Marsîlayyê, komkujiyên AKP'ê yên li Cizîrê û êrîşên nîjadperestî yên li hemberî HDP'ê hatin şermezarkirin. Bi hezaran kesên duh êvarê li Meydana Canebîerê civiyan bi hilgirtina pankartên bi nivîsa "Dewleta Tirk a faşîst li Kurdistanê komkujiyan dike", "Gelê Kurdistanê ne bi tenê ye" meşiyan. Meşê heta meydana herî qelebalix a bajêr Vîeûx-Post dewam kir û li vir mîtîngek hat lidarxistin. Di meşê de li ser polîtîkayên şer û komkujiyê yên dewleta Tirk, belavokên bi zimanê Fransaî hatin belavkirin. Li qada mîtîngê jî bi Kurdî û Fransî axaftin hatin kirin.


 NAVENDA NÛÇEYAN