Di salvegera komkujiya Parîsê de 11´ê Çile Kurdistanî wê li Parîsê bi doza "dad" bicivin. Organîzatorên çalakiyê konseya Demokratîk a Kurd a Fransa (CDK-F) û Tevgera Jinê ya Kurd a Ewrûpayê (TJK-E) bang li Kurdistaniyan kir ku roja şemiyê li Parîsê bin.

TJK-E´yê bi bîr xist ku berpirsiyarên komkujiya Parîsê bi kar û xebata tevgera Kurd hatine dîtin û eşkerekirin û wiha dewam kir, "Lê dadgeriya Fransayê hîna berpirsiyariya xwe ya hesabpirsînê bi cih neaniye." TJK-E´yê îşaret bi qetilkirina Hevseroka Partiya Paşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef, Amara Renas, Yade Aqîde jî kir û got, ev jî weke dewama komkujiya  Parîsê li ser jinên kurd hat ferzkirin.

TJK-E´yê wiha bang li Kurdistaniyan kir: "Di salvegera komkujiya Parîsê de, ji Sarayan heta bi hevrînan, em li ber xwe didin…! Ji bo edaletê em li ser piyan in! Careke din, em ê bibêjin, bêcezamana 7 salan êdî bes e û gera xwe ya li edaletê dewam bikin. Ji bo ku em hesab bipirsin, em bi tevahiya hêza xwe 11´ê Çile li Parîsê bin."