NÎHAL BAYRAM / MAINZ

Ji Zanîngeha Hamburgê, doçenta Înstîtuya Lêkolînên Aştî û Ewlekariyê (Institut für Friedensforschung und Sicherheitspolitik) Dr. Margret Johannsen got, piştî vekişîna hêzên Emerîkî, dewleta Tirk bi rengê ku sivîlan jî bide ber xwe êrişeke dagirkeriyê daye destpêkirin û wiha peyivî: “Tirkiye dixwaze xwe ji Kurdan xilas bike. Armanca sereke ya Erdogan ew e ku rêveberiya xweser, rêveberiya Rojava tine bike. Destketiyên Rojava bûne kelem di çavên Erdoganî re diçin.”

Dr. Johannsen ji bo DAIŞ´ê jî dibêje, dewleta Tirk dixwaze ji nû ve ruh pê bîne û wiha dewam dike: “Armanca êrişa Tirkiyeyê ew e ku DAIŞ´ê derxe derveyî sînorên wî welatî.  Yanî planeke reva ji hepsê ye. Ew ê birevin. Lê wê ne bêplan bin, ez texmîn dikim, ew ê biçin Ewrûpa, Elmanya, Fransa û Îtalyayê.”

Wê rexne li hikûmeta Elman jî girtin û got, “Elmanya tengav bûye. Ew jî Fransa jî li hember kamerayan bi deng in, lê ya rastî bêdeng in. Ew tenê li hember kamerayan dewleta Tirk rûreş dikin. Mesela, bi dawîkirina bi temamî ya firotina sîlehan nîne. Qaşo îxracata sîlehan sekinî, lê ew hîna sîlehan dişînin.”