Weqfa Çanda Civakî ya Newroz a li paytexta Libnanê Beyrûtê, çalakiyeke çandî li ser folklore Kurdan bi rê ve bir.
Bi dehan jinên Kurd bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî çalakiyê bûn. Li cihê çalakiyê tabloyên balê dibin ser rêûresma Kurdan hatin daliqandin.
Çalakî bi axaftina seroka Weqfa Çanda Civakî Henan Osman dest pê kir. Henan bixêrhatina beşdaran kir û got, armanca çalakiyê ew e ku folklora Kurdî bi cîhanê bidin naskirin.
Piştre senevizyoneke li ser Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û kurtejiyana têkoşer Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef hat pêşandan.
ANHA/BEYRÛT