Kampanya îmzeyan a 4 daxwazên kurdan ên "Statu", "Nasname", "Perwerdehiya zimanê zikmakî" û "Azadiya Rêxistinbûyînê" hatine destpêkirin li Wanê dewam dike. Kampanya ji aliyê KCD, BDP, TDŞK, HAK-PAR, KADEP û OSP'ê ve hatibû destpêkirin li Wanê, her roj rastî eleqeyek mezintir tê. Ji heft salî heta heftê sali ji bo îmzeyan dikevin rêzê. Dezgeha îmzayê ya kampanyayê, li Kuçeya Hûnerê, li parka Feqiyê Teyran û li qada Bêşyolê tê vekirin. Her roj nobeta dezgehê bi dorveger tê girtin. Ji serê sibê saet 09.00’an heta saet 17’ên êvarî stand vekirî dimînin. Ji bilî navenda Wanê, li navçe û bajorakan jî îmza tên kom kirin. Kampanya ku 12 roje dest pê kiriye heta niha bi deh hezaran îmze hatine berhevkirin. Wê kampanya heta 15’ Nîsanê dewam bike.

DÎHA/WAN