Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji ber rewşa aborî û derfetên kar tûnene welatî ji bo debara xwe bikin serî li rêyên cuda didin. Ji ber ku deriyê sînor nayê vekirin û qedexeyan zozanan sewalkarî û çandinî rawestiya. Li gorî daneyên fermî li navçeyê 2 hezar û 50 îşportavan hene û gelek welatî debara malbatên xwe bi 400 û 500 TL dikin. Li ser aboriya navçeyê ambargoya heye û ji ber vê yekê jî welatî betal û birçî dimînin. Welatî li hemberî vê yekê ji bo debara xwe bikin serî li riyên cuda didin. Welatiyê bi navê Remzî Uzun li gel şertên giran ji bo malbatma xwe ya 6 nifûsî xwedî bike, li navçeyê dest bi xedîkirina mirîşk, werdek û elokan kir. Uzun, elok, mirîşk, qas û werdekan li navanda navçeyê difiroşe û debara malbata xwe dike. Uzun, diyar kir ku ji ber kar tune û debara malbatê bike neçare sewalên pînikê bifiroşe û wiha got: "Ez di nava şertên gelek giran de li malê sewalan xwedî dikim û difiroşim. Lê pirsgirêka min a mezin qadên ku ez sewalan xwe lê bifiroşim tune ye."

'Bila şaredarî ji me re cihekî amade bike'
Uzun, xwest ku şaredarî cihekî ji wan re cuda bike û wiha axivî: "Tu derfetên me yên din ên kar tune ne. Ji ber kar tune ez bi xwedîkirina sewalên pînikê debara xwe dikim. Lê ez nikarim li navendê sewalan bifiroşim. Ji ber vê yekê ez ji şaredariyê dixwazim ku cihekî ji me re cuda bike." Welatiyê bi navê Bahattîn Kiziltaş jî diyar kir ku li Geverê derfetên kar tunene û wiha got: "Em hinek caran nanekî peydan nakin. Em li vir bi saetan disekinin da ku mirîşkekê bi firoşin. Hin caran em tiştekî nafiroşin û vala vedigerin malê. Hemû derfetên kar winda kirin. Em jî êdî nizanin çi bikin. Çandînî û sewalkarî qediya. Betalî gelek e. Gelek kes li dijî birçîbûnê têkoşînê dikin." Şaredarê Geverê Ercan Bora jî diyar kir ku li navçeyê welatî di şertên gelek giran de têkoşîna jiyanê didin. Bora, anî ziman ku ji bo îşportavanan cih diyar kirin lê tu kes neçûn wir. 

SAMİ YILMAZ
DÎHA/COLEMÊRG